Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser danîna çekan û xwefesixkirina PKKyê got, “Di mijara ku terorîstên derve dê çawa çekên xwe radest bikin de li gel welatên cîran hevdîtin berdewam in.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro di vegera serdana xwe ya 6emîn Civata Siyasî a Ewropayê ku li Arnawidistanê hatibû kirin de di balafirê de li ser rojeva Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê axivî û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Erdogan li ser pirsa “PKK di dîroka xwe de cara yekem e li gel xwefesixkirinê biryara danîna çekan daye, ji niha û pê ve dê çi bibe?” got:
“Armanca Tirkiyeya bêteror zelal e, binaxkirina çekan e.
Divê rêxistina terorê bi temamî çekan berde, biryara fesixkirinê bê kêmasî bi cih bike û dest ji îlegalîteyê berde. Em ji nêzîk ve bicihanîna biryaran dişopînin.”
Erdogan amaje bi çawaniya pêvajoya danîna çekan jî da û anî ziman:
“Girêdayî terorîstên derveyî sînorên me dê çawa çekan radest bikin li gel cîranên mixetab gotûbêj tên kirin.
Derbarê birêvebiriya Bexda û Erbîlê ku dê çawa di pêvajoyê de cih bigirin plansaziyek heye.
Ev pêvajo di heman demê de dê xizmeta aramî û bipêşveçûna Îraq û Sûriyeyê bike.”
Erdogan li ser rexneyên Serokê CHPyê Ozgur Ozel ên li ser Peymana Lozanê jî diyar kir ku di rojeva wan de tiştekî wiha nîne û ti pêwendiya wê bi pêvajoyê re nîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse