Ocalan: Prensîba hêviyê gavek e ku divê dewlet biavêje

17-10-2025
RÛDAW
Nîşan Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Pêvajoya Çareseriyê Parêzerên Ocalan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê (Asrin) ragihand ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi parêzeran re gotiye, "Prensîba hêviyê gavek e ku divê dewlet biavêje."

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê hevdîtina parêzeran a 13ê Çiriya Pêşîn a 2025an a bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê re daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser rewşa girtiyan û statuya wan a hiqûqî agahî hatine parvekirin û nêrînên Ocalan ên derbarê pêkanîna aştiyê de ji raya giştî re hatin ragihandin.

Hat diyar kirin ku di hevdîtinê de, rewşa hiqûqî ya Abdullah Ocalan di çarçoveya biryara "mafê hêviyê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de yek ji mijarên sereke yên nîqaşê bû.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di rûniştina xwe ya 15-17ê Îlonê de careke din bangî Tirkiyeyê kiribû û xwestibû ku "mafê hêviyê" li gorî biryara DMMEyê bi çareseriyeke yasayî were misogerkirin.

"Prensîba hêviyê gavek e ku divê dewlet biavêje"

Ocalan li ser vê bi pêşketinê, tekezî li ser girîngiya "prensîba hêviyê" kiriye û rasterast gotiye:

"Prensîba hêviyê gavek e ku divê dewlet biavêje. Divê vî barî rake. Ev meseleyeke ku bandorê li hezaran kesan dike.

Ji kîjan alî ve lê binêrin divê ev bê rakirin. Ji aliyê hiqûqê ve divê ev yek bê kirin. Siyaset û edalet jî vê dixwaze."

"Aştiya rastîn ew e ku Kurd di nav hiqûqê de cih bigirin"

Ocalan bi bîr xistiye ku wekî di banga 27ê Sibatê ya ji bo Civakeke Aştîxwaz û Demokratîk de hatiye gotin, divê her kes karibe bawerî û neteweya xwe bi azadî îfade bike û bijî.

Li gorî daxuyaniyê Ocalan her wiha diyar kiriye ku divê Kurd bi giştî di nav hiqûqê de cih bigirin û aştiya rastîn ev e.

Ocalan aniye zimên ku heta îro hiqûqa Kurdan hatiye piştguhkirin lê divê îro hiqûqeke entegrasyona demokratîk bê avakirin.

Ocalan her wiha bal kişandiye ser wekheviya jin û mêran û gotiye ku bingeha pirsgirêkên civakî û siyasî newekheviya jinê ye û çareseriya vê yekê jî bi ramaneke sosyalîst û pratîkeke jiyanê ya azadîxwaziya jinê pêkan e.

Rêberê PKKyê daye zanîn ku ew xebatên jineolojiyê jî dişopîne, nirxeke mezin dide van xebatan û silavên xwe yên taybet ji hemû jinan û girtiyên di zindanan de re şandiye.

Abdullah Ocalan bangî kesên ku dixwazin wî fêm bikin kiriye ku pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk kûrtir bikin û beşdarî vê pêvajoyê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst