Stenbol bû jehr: Çîroka trajîk a ber bi mirinê ve

17-11-2025
Omer Sonmez
Ew otela ku Malbata Bocek lê dima\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ew otela ku Malbata Bocek lê dima\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Malbata Bocek Bijehrîketin Afyonkarahîsar Geştyar
A+ A-

Stenbol  (Rûdaw) - Malbata Bocek ji bo geştyariyê ji Almanyayê hatibû Stenbolê û li Ortakoya Stenbolê mîdye, kokoreç, tantunî û nanê bi sucix xwaribûn û bi jehrî ketibûn.

Malbatê piştî ku li sê xwaringehên cuda xwarin xwaribû bi gumana bijehrîketinê çûbû nexweşxaneyê.

Dayîk Çîgdem Bocek û her du zarokên wê Masala 3 salî û Kadîr Mihemedê 6 salî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Her wiha rewşa tenduristiya bavê zarokan Servet Bocek jî giran e.

Polîsan derbarê bûyerê de xwediyê otelê jî di nav de 8 kes desteser kirin. Ev bûyer di nav xelkê Stenbolê de rê li ber tirs û fikaran vekiriye.

Şofêrê taksiyê: Di rê de tim vedireşiyan

Tîma Rûdawê ya Stenbolê xwe gihand şofêrê taksiyê Sercan Tanriverdi yê ku malbat biribû nexweşxaneyê.

Tanriverdiyê ku xelkê Agiriyê ye, ji Rûdawê re behsa wê rojê kir û got:

“Hemû malbat di rê de heta em gihiştin nexweşxaneyê vedireşiyan.

Wan got, ‘Me bi şev kumpîr (patatesa pijandî), dûra jî mîdye xwariye.’ Ew hatibûn otelê û heta berê sibehê nerazabûn.

Dema min bihîst malbat miriye, ez şok bûm.”

Otel û xwaringeh hatin mohrkirin

Malbata Bocek 9ê Çiriya Paşîn ji Almanyayê hatibû Stenbolê û li oteleke li navçeya Fatihê dima.

Malbatê 12ê mehê li Ortakoyê li sê xwaringehên cuda xwarin xwar û heman rojê nexweş ket.

Piştî bûyerê, polîsan otela ku malbat lê dima û xwaringeha li Ortakoyê mohr kirin.

Di lêpirsînê de xwediyê otelê, xwediyê xwaringehê û çend kesên din jî di nav de bi giştî 8 kes hatin desteserkirin.

3 geştyarên din jî nexweş ketin

Li heman otelê sê geştyarên din ên biyanî jî nexweş ketin. Niha guman heye ku Malbata Bocek û geştyar ji ava vexwarinê ya otelê bi jehrî ketibin.

Hat zanîn ku beriya bûyerê bi çar rojan otel hatiye dermankirin.

Cenaze hatin veşartin, çav li rapora Tiba Edlî ye

Cenazeyên Çîgdem Bocek û zarokên wê Masal û Kadîr Mihemed li bajarê wan li Afyonkarahîsarê hatin veşartin.

Di otopsiya pêşî de sedema mirinê bi teqezî diyar nebû loma jî gumanên li ser kuştinê jî zêde bûne.

Bûyer di nav raya giştî ya Tirkiyeyê de bûye rojeva sereke û niha çavê her kesî li rapora Tiba Dadî ya Stenbolê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst