Erdogan li ser danîna çekan û ‘pêvajoya nû’ axivî

18-01-2025
Ferdî Sak
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan / Wêne: AA
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan / Wêne: AA
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan PKK Danîna Çekan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Eger PKK çekan dayîne dê 85 milyon welatî qezenc bikin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî kongreya partiya xwe ya bajarê Kayseriyê bû.

Pêvajoya çareseriyê yek ji mijarên girîng ên gotara wî bû.

Erdogan ragihand ku pêşhatên girîng di destpêşxeriya ku Bahçelî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan daye destpêkirin de hene.

Her wiha got li Parlamentoya Tirkiyeyê jî yekdengî û lihevkirineke berfireh li ser wê destpêşxeriyê heye û gok avêt aliyê Qendîlê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got:

“Eger rêxistin çekan dayîne, kadroyên xwe belav bike û aliyê siyasî jî wekî partiyeke Tirkiyeyê tevbigere dê temamiya 85 milyon welatiyan ji vê yekê qezenc bikin.

Eger guh nedin banga me û wekî ew qas sal li ser navê emperyalîstan tetîkkêşiyê bikin, wê demê jî ew  bixwe dizanin.

Hêz, derfet û pêdagiriya me heye ku wekî hemû rêxistinên terorî yên li herêmê, em mîlîtanê herî dawî yê rêxistina dabeşker jî ji nav bibin.”

Hevserokê DEM Partiyê jî di civîna bi gel re ya rêxistina Edeneyê ya partiya xwe de li ser pêvajoyê axivî.

Tuncer Bakirhan dibêje li Tirkiyeyê niha ji her wextî zêdetir zemînê çareseriya pirsgirêka Kurdan heye û ew ji pêvajoyê gelekî bi hêvî ne.

Lê ji bo serkeftina qonaxa heyî banga bidawîanîna êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û başkirina pêwendiyên li gel Rêveberiya Xweser li Hikûmeta Tirkiyeyê kir.

“Kurd bi ti awayî vê yekê qebûl nakin”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan anî ziman:

“Em bangî Tirkiyeyê dikin ku li gel Kurdan diyalogê ava bike û dawî li dijminkariya sedsalî ya ku li Rojhilata Navîn li dijî Kurdan tê kirin bîne.

Eger bi rastî li Tirkiyeyê aştiyekê dixwazin û di vê mijarê de jidil bin, li Tirkiyeyê aştî û li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê şer nabe.

Divê li wê derê jî aştiyek hebe. Li aliyekê destê xwe dirêj bike lê li aliyê din tank û top û tifingan dirêj bike, kes vê qebûl nake.

Jixwe Kurd bi ti awayî vê yekê qebûl nakin.”

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê roja înê li ser encama hevdîtînên xwe yên piştî serdana Îmraliyê yên bi aliyên siyasî û siyasetmedarên girtî yên HDPyê re daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Şandeyê got, piraniya serdanên wan bi erênî derbas bûne û serokên partiyên siyasî û şandeyên wan piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê diyar kiriye.

Şandeya DEM Partiyê dê di demek nêzîk de careke din here Girava Îmraliyê ye û çav li peyamên nû yên Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst