Li Tokatê du erdhej!

18-04-2024
Nîşan Tokat Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sulusarayê ya parêzgeha Tokatê ya Tirkiyeyê şeva borî du erdhej çêbûn.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku pileya erdheja yekem 4,7 û pileya ya duyem jî 4,1 e.

Li gorî AFADê, erdhejan demjimêr 01:06 û demjimêr 02:35an rû daye.

Kûrahiya erdheja yekem 9,97 û kûrahiya erdheja duyem jî 7 kîlometre bûye.

“Ti agahiya xirab nehatiye”

Parêzgarê Tokatê Numan Hatîpoglu çû navçeyê û got:

“Xebatên tîmên me yên li qadê berdewam dikin, heta niha ti agahiya xirab nehatiye.”

Numan Hatîpoglu ragihand ku li navçeyên Sulusaray, Artova û Yeşîlyurtê dê dibistan îro girtî bin.

Li hêla din, erdhejên li pey hev bûn sedema tirsê û xelk heta berê sibehê li derve ma.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst