Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, “Em li hêviyê ne ku PKK banga xwefesixkirinê pêk bîne.”
Li gorî nûçeya rojnameya Tirkiyeyê, Hakan Fîdan li Navenda Giştî ya AK Partiyê bi parlamenterên herêmên cuda re civiya û pirs bersivandin.
Fîdan diyar kir ku ji bo jetên şer ên Tirkiye û Îsraîlê li asmanên Sûriyeyê rastî hev neyên divê mekanîzmayek hebe û got:
"Hem balafirên me û hem jî balafirên Îsraîlê diçin û têne wê derê (Sûriye).
Berê bi Amerîka û Rûsyayê re ji bo di navbera me de şer dernekeve mekanîzmayên me hebûn.
Divê Îsraîl jî tevlî vê mekanîzmayê bibe. Normal e ku di asta teknîkî de têkilî hebin da ku ev yek were pêkanîn."
“Em li hêviyê ne”
Wî amaje bi peymana birêvebiriya nû ya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da û got:
"PYDyê bi Sûriyeyê re peymanek çêkir.
Em bicihanîna wê peymanê dişopînin. Em dê ji nêzîk ve bişopînin.
Em li hêviyê ne ku PKK banga xwefesixkirinê pêk bîne."
Hakan Fîdan diyar kir ku ew li bendê ne pirsgirêkên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de werin çareserkirin û peymana aştiyê were îmzekirin.
Wî her wiha anî ziman ku di Şerê Rûsya-Ukraynayê de, Ukrayna nêzîktirî aştiyê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse