Hewlêr (Rûdaw – Akademîsyen û nivîskar Mumtazer Turkone diyar kir ku Devlet Bahçelî ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê hilbijartinên pêşwext jî bîne rojevê.
Li Tirkiyeyê li aliyekî nîqaşên pêvajoya çareseriyê li aliyê din jî nîqaşên hilbijartina pêşwext berdewam dikin.
Nivîskar Mumtazer Turkone ku nêzîkî Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ye li ser pêşhatên pêvajoyê ji Euronews Turkçeyê re axivî.
Li gorî gotina Turkone Bahçelî di warê bicîhanîna pêvajoya çareseriyê de bi biryar e.
“Li herêmê pergaleke nû tê avakirin”
Akademîsyen Turkone diyar kir ku Devlet Bahçelî gavên stratejîk diavêje û wiha domand:
“Li herêmê stratejiyeke nû heye. Ew stratejî jî ev e: Tirkiye; bi Brîtanya, Amerîka û Fransa re li Rojhilata Navîn pergaleke nû ava dike.
Li holê du îhtimal hebûn: yek îhtimala kaosê, yek jî îhtimala kozmosê, yanî pergalê.
Pergalekê ava dikin û Tirkiyeyê jî di vê mijarê de wekî hevalbenekî girîng dibînin.
Operasyona li Sûriyeyê wiha dest pê kiriye. Yek ji beşên wê yên girîng û ku nabe jê were derbaskirin jî pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê ye.
Ez dibînim ku Devlet Beg van hemûyan wekî tevahiyekê fêm dike û di wê mijarê de bi israr û biryar e.
Derbarê siyaseta rojane û hevsengiyên demkî yên siyasetê de, ez di rewşeke de nînim ku şiroveya gotinên wî bikim lê ez sedemên israra wî ya li ser pêvajoya çareseriyê fêm dikim.
Ez dikarim bibînim ku ew bi Koşkê re di nav nakokiyekê de ye.”
“Bahçelî bi paş de gav navêje”
Mumtazer Turkone amaje bi wê yekê kir ku eger rewş wisa berdewam bike Bahçelî dê hilbijartinên pêşwext jî bîne û got:
“Dema ku biryara hilbijartinên pêşwext were dayîn, bi carekê aboriya Tirkiyeyê dê rehet bibe, ev tişt misoger e.
(Bihayê) Dolar dê kêm bibe, (Bihayê) Euro dê kêm bibe. Puanên CDS (Credit Default Swap\ Prîma Rîska Krediyê) dê kêm bibe, borsa dê bihêz bibe, her kes dê bi hêvî bibe.
Eger dê bi biryara hilbijartinên pêşwext aborî rehet bibe û aborî jî siyasetê diyar dike, ji hilbijartinên pêşwext pê ve rêyek din tune. Şiroveyên min ev in.
Bahçelî hemû pozîsyona xwe ya siyasî li gorî berdewamiya pêvajoya çareseriyê diyar kiriye. Di vê mijarê de gelekî bibiryar û israrkir e.
Li vir bi awayekî vekirî û zelal diyar e ku ew berjewendî û hesabên xwe yên siyasî li ber çavan nagire.
Tiştekî dijî xwezaya MHPyê, kîmyaya wê dike. Tevî vê yekê îsrar dike. Dev jê bernade, bi paş venagere.
Eger Erdogan li ser bêhuqûqiyê îsrar bike ku ev jî ne hêsan xuya dike; ji bo berdewamiya pêvajoya çareseriyê û gihandina wê encamê Bahçelî dê her tiştî bike.
Ew dê hilbijartinên pêşwext jî bîne rojevê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse