Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan, bi tundî li dijî biryara Komîsyona Parlamentoyê ya ji bo çûna Îmraliyê derket.
Serokê Yenîden Refahê got, "Em wekî Partiya Yenîden Refahê ziyareta Îmraliyê ya ku em nizanin li kîjan derdoran û bi kê re hatiye amadekirin napejirînin.
Em li dijî wê yekê ne ku Parlamentoyê bibin ber lingê Ocalan.”
Erbakan, derbarê biryara Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re daxuyaniyek da.
"Ev ne pêvajo ye, ferzkirin e"
Fatîh Erbakan di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Em wekî Partiya Yenîden Refahê duh çawa bûn, îro jî piştgirê nêzîkatiya Tirkiyeya Bêteror in.
Em li dijî nijadperestiyê û li gel biratiyê ne lêbelê tiştên ku ev salek e li ser navê 'Tirkiyeya Bêteror' tên vegotin û jiyîn, ne pêvajo ye lê ferzkirin e; ne şêwir e lê emirdarî ye."
"Mafê hêviyê ji destpêkê ve hatiye qebûlkirin"
Erbakan îdia kir ku gotinên ku divabû di dawiyê de bihata gotin, ji destpêkê ve hatine gotin û wiha got:
"Mafê hêviyê û azadiya Abdullah Ocalan hîn di destpêka pêvajoyê de ji aliyê Birêz Bahçeli ve hatine qebûlkirin.
Mijar li pişt deriyên girtî, dibe ku bi salan bi gotûbêjan hatiye amadekirin û bi rêya Komîsyona li Parlamentoyê, hatiye armanckirin ku hemû partiyên siyasî bibin hevparê 'pêvajoyeke' ku dawiya wê ji destpêkê ve diyar e."
Banga lûtkeyê serokên partiyan
Erbakan bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û xwest ku bi lez lûtkeyeke serokan li dar bixe û gotûbêjên ku li pişt deriyên girtî tên kirin, bi serokên partiyên siyasî re parve bike.
Serokê Yenîden Refahê got: "Em bala xwe didin ser metirsiyên vê pêvajoya ku divabû zelal bûya lê di navbera hevkarên desthilatdariyê de jî bûye qada zordariyê û bi dizî tê meşandin.
Em banga xwe dubare dikin ku Birêz Serokkomar bi lez lûtkeyeke serokan a bi rojeveke taybet kom bike û gotûbêjên li pişt deriyên girtî bi serokên partiyên siyasî yên ku li parlamentoyê tên temsîlkirin re parve bike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse