Omer Bolat: Wergirtina vîzeya Schengenê hêsantir dibe

18-07-2025
RÛDAW
Nîşan Omer Bolat Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat ragihand ku Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo hêsankirin û bilezkirina pêvajoya vîzeya Schengenê belgeyek ji welatên endam re şandiye.

Bolat diyar kir ku ev hêsankarî dê ji bo wan kesan be ku berê vîze wergirtine.

Di salên dawî de wergirtina vîzeya Schengenê gelekî zehmet bûbû û piraniya serlêdanan dihatin redkirin.

Li gorî Bolat, rayedarên YEyê diyar kirine ku salane zêdetirî milyonek vîze didin welatiyên Tirkiyeyê û tenê ji sedî 15yê serlêdanan red dikin.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê diyar kir ku li gorî belgeya nû, welatiyên Tirkiyeyê yên ku berê vîze wergirtine û bi awayekî rast bi kar anîne, dê di serlêdanên xwe yên paşerojê de vîzeyên demdirêj û çend-carî (pir-seferî) wergirin.

Bolat her wiha got, "Ev vîze dê di destpêkê de heta şeş mehan, paşê salek, paşê du salan û heta pênc salan bin. Ev pêşketineke girîng û erênî ye."

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Bolat her wiha tekez kir ku di rewşa kesên ku cara yekem serlêdana vîzeya Schengenê dikin de ti guhertin çênabe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst