Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kozanê ya Edeneyê otomobîlek ji zinar ket û di encamê de yek jê zarok 5 kes mirin
Otomobîla ku Engîn Eldaş diajot, li devera Marankeçiliyê ji zinarekî bi qasî 70 metreyî bilind ket xwarê. Plaqeya otomobîlê hîn nehatiye zanîn.
Li ser agahdarkirinê, cendirme, tîmên AFAD û tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatine şandin.
Hat zanîn ku şofêr Engîn Eldaş, Fatma Eldaş, Selvîhan Balta, Duygu Yilmaz û Defne Yilmaza 4 salî canê xwe ji dest daye.
Lêkolîna tîman a li cihê bûyerê berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse