Hewlêr (Rûdaw) - Yekem rûniştina dadgehê ya derbarê dosyeya “bûyerên Kobaniyê” de 26ê mehê birêve diçe. Parêzerê Demîrtaş jî dibêje, “Eger em berpirsyariya hiqûqî û siyasî tevlîhev bikin, dibe ku Erdogan jî bê dadgehîkirin.”
Biryar e roja 26î Nîsana îsal, li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê yekem rûniştina “Doza Kobanê” birêve biçe.
Di çarçova vê dosyeyê de Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, 28 jê girtî bi giştî 108 kes tên dadgehîkirin.
Parêzerê Selahattîn Demîrtaş Mahsunî Karaman, hevjîna Demîrtaş Başak Demîrtaş û Cîgirê Hevserokê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDPê Umît Dede berî destpêkirina vê rûniştinnê bersiva pirsên rojnamevanan dan ku hejmareke medyayên biyanî jî amade bûn.
Hevjîna Demîrtaş, Başak Demîrtaş amaje bi wê kir, ne tenê li dadgehan bi rêya televîzyon û rojnameyan jî Demîrtaş tê sûcdarkirin û got, “Berdevkên hikûmetê fermanan didin dadgehan û di demekê de ku dadgehîkirin berdewam e hikûm tê dayîn. Lewma em ne tenê têkoşîna hiqûqê, em têkoşîna heqîqetê jî didin.”
"Sedema sereke ew gotina Demîrtaş bû"
Parêzerê Demîrtaş Mahsunî Karaman jî behsa wê kir ku li Tirkiyê berpirsyariya siyasî û hiqûqî tevlîhev bûye û got, desthilat îro bi destê darazê mixatabên siyasî lînç dike.
Li gor Mahsunî Karaman, sedema sereke ya Doza Kobaniyê ne bûyerên 6-8ê Cotmehê, lê gotina “Em nahîlin tu bibî serok” a Demîrtaş bû û got, “HDPê roja 7ê Hezîranê rê li ber AKPê girt bibe desthilat û paşê prose heta vê radeyê hat.”
Parêzerê Demîrtaş ragihand ku di twîtên Demîrtaş de ti nîşaneke tawanê nîne û behsa wê proseya ku Demîrtaş berbijêrê Serokomariyê bû jî kir û got, Dadgeha Destûrê jî li gel wê yekê bû ku Demîrtaş bê berdan, “Jibilî Erdogan her kesê digot, divê Demîrtaş li derve be.”
Cîgirê Hevserokê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDPê Umît Dede jî aşkere kir ku ji ber rewşa Coronayê, hejmareke zêde ya kesên di vê dosyeyê de tên darizandin, dê bi rêya Sîstema Reng û Deng (Segbis) beşdarî rûniştina dadgehê bibin.
Her ji ber rewşa Coronayê Umît Dede got, ew bang li xelkê nakin ku beşdarî rûniştinan bibin, lê tekez kir, “Hejmareke zêde ya parêzeran dê di rûniştinê de cihê xwe bigirin.”
"Dozger kesekî nêzikî MHPê ye"
Umît Dede got jî ji destpêkirina vê dozê heta niha 8 dozger hatin guhertin û got, dozgerê bi nav Ahmet Altun dosye wergirt û wî bi rijdî daxwaza peydakirina belgeyan û “şahidhalên nihênî” kir.
Her di dewama axaftina xwe de Umît Dede got, HDP derbarê bûyeran de tê sûçdarkirin, lê ji wan kesên jiyana xwe ji dest dane, 27 kes HDPyî ne.
Parêzer Mahsunî Karaman jî amaje bi wê kir, piştî gotina “Kobanî dikeve” ya Erdogan bûyeran destpê kir û got, “Eger berpirsyariyên hiqûqî û siyasî bên tevlîhevkirin, dibe Erdogan jî bê dadgehîkirin.”
Parêzerê Demîrtaş tekez jî kir ku Ahmet Altun ku dozgerê dosyeyê, kesekî nêzikî Partiya Tevgera Netewperest (MHP) ye.
Cîgirê Hevserokê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDPê Umît Dede, destnîşan jî kir ku daxwaza wan a yekem dê ew be ku ev dosye bê girtin.
Di "bûyerên Kobaniyê" de 46 kesan jiyana xwe ji dest dabûn
Di demekê de ku DAIŞê bi hemû hêza xwe êrişî bajarê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê dikir, rojên 6-8ê Cotmeha 2014an li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê xwepêşandanên mezin birêve çûn li dijî wan êrişan û helwesta hikûmeta wê demê ya Tirkiyê.
Di xwepêşandanan de alozî û şer derketin û di encamê de zêdetirî 46 kesan jiyana xwe ji dest dan, 682 kes birîndar bûn, 323 kes hatin girtin û ziyan gihîşt 1113 avahiyan.
Berî niha jî têkildarî bûyerên wê demê Hevserokên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, derbarê 108 kesan de doz hatibû vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse