Enqere (Rûdaw) – Piştî ku encamên hilbijartinên 14ê Gulanê hatin aşkerekirin, encam ne tenê ji bo partiyên siyasî û hevpeymaniyan bû sûrprîz, lê belê beşeke zêde ya xelkê jî ji ber encaman matmayî mane.
Li Tirkiyê encamên hilbijartinên serokkomariyê yên gera yekem ne bi dilê Tifaqa Cumhur û Tifaqa Milletê bûn. Lê serokkomarê heyî Erdogan bi 4 pûanan li pêşiya namzede Tifaqa opozîsyonê Kemal Kiliçdaroglu ye. Dê hilbijartinên serokkomariyê ji bo gera duyem bê kirin ku dê di 28ê Gulanê de birêve biçe.
Li Tirkiyê pêşbînî û lêkolînên piraniya kompaniyên rapirsiyê jî şaş derketin, hejmarek ji wan lêborîn xwestin. Her wiha encamên hilbijartinan ji bo welatî û dengdêran jî bû surprîz. Wan bawer dikirin ku dê hilbijartin di gera ewil a 14ê Gulanê de bidawî bibe.
Rûdawê li Enqereya paytexta Tirkiyê, li navçeya Çankaya ku wek keleha CHPê tê zanîn, derbarê encamên hilbijartinan de nêrîna welatiyan pirsî. Beşek zêde ji wan ji ber encaman xemgîn in, beşek ji wan jî îdia dikin ku li ser encamên hilbijartinan manîpulasyon hatiye kirin, beşek ji welatiyan jî ji berk u Erdogan li pêş e kêfxweş in.
Asker Yuce, welatiyekî malnişîn got: “Min dixwest ku Tifaqa Milletê biserkeve, lê çênebû. Xelk zêde piştgirî neda. Ji loma jî hilbijartin ji bo tûra duyem ma.”
Atakan Donmez, xwendekar e û nêrîna xwe li ser encaman wiha tîne ziman: “Erdogan serokekî mezin ê cîhanê ye. Nikarin wî têk bibin, jixwe têk jî nebirin. Ez netewperest im. Ez bi Tirkbûna xwe şanaz im û pê serbilind im. Ji loma jî min ji Erdogan baştir namzed nedît.”
Welatiyekî din ê bi navê Yeter Solmaz dibêje: “Min piştgirî dabû Tifaqa Milletê. Li gorî min dîsa Tifaqa Millet qezenc kir. Ez wisa difikirim ku li ser dengan manîpulasyon çêkirin. Yanê dengen li holê berevajî ye.”
Yagiz Nakipoglu jî xwendekar e û bi nêrîna wî CHP dê qezenc bike. Yagiz Nakipoglu dibêje: “Ez difikirîm ku wê CHP qezenc bike. Lê rikeberî jî bidijwarî derbas bû. Mixabin wê di gera duyem de CHP bisernekeve. Lewra alîgirên Sinan Ogan ji ber ku nexwestin bidin CHPê piştgirî dan wî.”
Li ser prisa “krîza aboriyê di hilbijartinan de rojeva sereke bû, li gorî te dê piştî hilbijartinan rewşa aboriyê çawa be?” welatiyek bi navê Bedri Demir dibêje: “ Divê mûçeya xebatkaran têr bike ku ew karibin debara xwe pê bikin. Ez 38 sal in ku karmendê dewletê me û 14 hezar lire distînim. Di sala 2008an de kesek bi mûçeya herî kêm dikaribû zêrek çaryek bistana, lê niha çaryek bûye 2 hezar û 500 lîre.”
Ahmet Karabulut jî têkildarî rewşa aborî piştî hilbijartinan dibêje: “Bernameya aboriyê ya Maseya 6 alî pir xweş e. Yanê ger karibin cibicih bikin. Lê ev 20 sal in ku kesên ser desthilatê ye tu tiştek nekirine, wê bi heman awayî dewam bikin.”
Tifaqa Cumhur li Parlamentoya Tirkiyê piraniya kursiyan bidestxist
Desthilata heyî sozê dide welatiyan ku ew dê rewşa aboriyê baş bikin, opozîsyon jî dide zanîn ew ê Tirkiyê ji krîzê rizgar bikin
Tê pêşbînîkirin ku rikeberiya bo gera duyem a hilbijartina serokkomariyê gelek tund derbas bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse