Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Tokatê yê Tirkiyeyê kesekî bi demançeyê jina birayê xwe kuşt, birayê xwe jî birîndar kir.
Bûyerê li navçeya Erbaayê rû da.
Li gorî agahiyan, di navbera Serkan D. (38) û birayê wî Emrah D. (35) de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Pişt re nîqaş gur bû û veguherî pevçûnê û Serkan D. birayê xwe Emrah D. û jinbira xwe Safiye D. (34) bi demançeyê birîndar kirin.
Li ser agahdarkirina xelkê, her du hevser bi ambulansê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Erbaayê hatin kirin.
Safiye li nexweşxaneyê mir û Emrah birîndar e.
Serkan D. jî ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse