Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Kompanya Lêkolînan BUPARê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber krîza aborî welatî nikarin bi awayekî tendurist bijîn û ji %81.8ê welatiyan gotine asta kalîteya jiyana wan daketiye.
Kompanya Lêkolînan BUPARê di navbera 20ê Gulanê û 5ê Hezîrana 2022an de ji bo zanîna bandora enflasyonê li ser welatiyan li 10 bajarên mezin ligel 2 hezar û 145 kesan rûbirû rapirsiyek kiriye.
Li gor lêkolînê, ji %81.8ê beşdaran gotine “asta kalîteya jiyana me li gor berê daketiye” û tenê %8.6ê wan gotine “asta kalîteya jiyana me wek berê ye” û %6.5ê wan jî gotine “asta kalîteya jiyana me zêde bûye” û %59.2an jî diyar kirine ku pirsgirêka wan a debara jiyanê heye.
Ji beşdaran %72,5ê wan gotine li welatê wan krîza aborî heye û %5.3 jî gotine krîzeke aborî nîne. Herwiha %22.2an gotine ew nêrîna xwe nabêjin.
Di lêkolînê de li ser pirsa “Hûn ji debara jiyana xwe nîgeran in?”, %59.2ê beşdaran gotine “erê”, %24.6ê gotine “na” û %16.2 jî gotine “em naxwazin bersiv bidin.”
Li ser pirsa “Pirsgirêkên aborî di jiyana we de çi guhertin çêkirine?”, %94.3ê beşdaran gotine “êdî xeyala min a kirîna xaniyekî nû nîne” û ji %89.1ê jî gotine “Xerciya kirêya min beşek zêde ya dahata min li xwe digire”, %74.1ê beşdaran gotine “Ji bo siberoja zarokên xwe nîgeran im” û %73.8an jî gotine “ji ber xerciyên zêde ên xizmetên tendirûstiyê kêmtir diçim doktor û nexweşxaneyê.”
Encamên lêkolînê wiha ne:
Asta kalîteya jiyana min li gor berê daketiye %81.8
Asta kalîteya jiyana min wek berê ye %8.6
Asta kalîteya jiyana min zêde bûye %6.5
Li Tirkiyê krîza aborî heye %72.5
Li Tirkiyê krîza aborî nîne %5.3
Naxwazim bersiv bidim %22.2
Em ji debara jiyana xwe nîgeran in %59.2
Em ji debara jiyana xwe ne nîgeran in %24.6
Em naxwazin bersiv bidin %16.2
Êdî xeyala kirîna xaniyeke nû nemaye %94.3
Xerciya kirêya min beşek zêde ya dahata min li xwe digre %89.1
Ji siberoja zarokên xwe nîgeran im %74.1
ji ber xerciyên zêde yên xizmetên tendirûstiyê kêmtir diçim doktor û nexweşxaneyê %73.8.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse