Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya "lêpirsîna gendeliyê" ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, 17 kes hatin girtin ku Serokê Şaredariya Beyogluyê Înan Guney jî di nav wan de ye.
Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve li ser Ekrem Îmamogluyê ku piştî girtina wî ji wezîfeya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatibû dûrxistin û kesên din hatibû destpêkirin berdewam dike.
Vê lêpirsînê bi tohmetên wekî "birêvebiriya rêxistina sûcan", "endamtiya rêxistina sûcan", "bertîl", "sextekariya bi zanebûn", "bidestxistina daneyên şexsî ya bi awayekî neqanûnî" û "bêretiya di îhaleyan de" dest pê kiribû.
Di vê çarçoveyê de 44 kesên ku di nav wan de Serokê Şaredariya Beyogluyê Înan Guney jî hebû 15ê Tebaxê ji aliyê polîsan ve hatibûn desteserkirin.
Ev kes piştî kar û barên li emniyetê sewqî Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.
27 kes hatin berdan
Ji 44 kesan, 20 kes bi daxwaza girtinê û 24 kes jî bi daxwaza berdana bi şertê kontrola dadî sewqî dadgehê hatin kirin.
Dadgehê biryar da ku 27 kes bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û kontrola dadî bên berdan.
17 kes hatin girtin
Derbarê 17 kesan de ku Serokê Şaredariya Beyogluyê Guney jî di nav wan de bû biryara girtinê hat dayîn.
Îfadeya wî ya li dadgehê derket holê
Li aliyê din, îfadeya Guney a li dadgehê jî derket holê.
Guney di îfadeya xwe de wiha gotiye "Ez endamtiya rêxistina sûc bi awayekî teqez red dikim.
Ji 16 saliya xwe ve ez tenê endamê rêxistinekê me, ew jî Partiya Gel a Komarî (CHP) ye ku ez bi rûmet û serbilindî siyasetê tê de dikim."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse