Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin desteserkirin

20-02-2024
Nîşan DEM Partî Stenbol Esenyurt Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokên DEM Partiyê yên Şaxa Esenyurtê ya Stenbolê Bahar Karataş û Fatîh Ergun hatin desteserkirin.

Bahar Karataş û Fatîh Ergun îro serê sibehê li malên xwe ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê ragihand, Bahar Karataş û Fatîh Ergun bi hinceta “propagandaya terorê” li avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê hatin desteserkirin.

“Em serî natewînin”

Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li ser hesabê xwe yê Xê xebera desteserkirina wan ragihand û got:

“Operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatê berdewam dikin.

Vê sibehê polîsan bi awayekî ne yasayî bi ser avahiya me ya Esenyurtê de girt.

Hevserokên me yên navçeyê Fatîh Ergun û Bahar Karataş Eşiyok li malên xwe hatin desteserkirin.

Em li ber êrişên desthilatê ku armanca wan krîmînalizekirina partiya me ye serî natewînin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst