Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê 224 kesên ku duh di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de hatibûn destserkirin, hatin berdan ku 46 ji wan zarok bûn.
Duh roja Yekşemê 20ê Adara 2023an agirê Newrozê li Stenbolê hat hilkirin ku derdora 4 milyon Kurd lê niştecih bûn.
Kurdên Stenbolê bi cil û bergên xwe yên Kurdî û rengên xwe yên taybet beşdarî Newrozê bûn lê piştî Newrozê Hêzên Ewlekariya Tirkiyê destwerdankirin û herî kêm 224 kes destserkirin ku 45 ji wan zarok bûn.
Li gor zanyarî û dîmenên li ser medyaya civakî hatine belavkirin, polîsan di dema desteserkirinê de tûnd û tîjî jî li hember wan bikaranîne.
Hemû kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewleakriya Stenbolê û çend navçeyên wê hatin birin.
Hat ragihandin ku ew 224 kes îro roja Dûşemê 20ê Adara 2023an piştî karûbarên îfadeyê hatine azadkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse