Newroza Stenbolê: ‘Rabe dema azadî û serkeftinê ye’

18-03-2024
Omer Sonmez
Newroza Stenbolê bi coş û xiroş bû / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Newroza Stenbolê bi coş û xiroş bû / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Newroz Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê Cejna Newrozê li Qada Yenîkapiyê, bi beşdariya bi sed hezaran kesan hat pîrozkirin.

Newroza Stenbolê ku bi slogana “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat lidarxistin, îsal ji salên borî bi qelebalixtir û bi coştir bû.

Îsal li derdora qada Newrozê, tedbîrên gelekî berfireh ên ewlehiyê hatin girtin.  

Nêzîkî 100 kesî hatin desteserkirin

Di destpêka Newrozê de polîsan nehişt alayên Kurdistanê bikevin qadê.

Ji ber cilûbergên Kurdî, flama û sloganan nêzîkî 100 kesî hatin desteserkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê jî ji Rûdawê re axivî û got, “Newroza Stenbolê Newrozeke dîrokî bû.”

Li aliyê din, surprîza îsal a Newroza Stenbolê jî muzîsyena Tûnisî Emel Meslûsî bû.

Lê Emel Meslûsî bi hinceta ku Walîtiya Stenbolê dema pîrozbahiya Stenbolê heta saet 5ê êvarê daye nikarî derkeve ser sehneyê.

Emel Meslûsî dê li Newroza Amedê konserê bide.

“Newrozeke dîrokî bû”

Hevserokê Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya DEM Partiyê Murat Kalmaz ji Rûdawê re got:

“Newrozeke dîrokî bû. Cara ewil e ku li Stenbolê girseyeke ewqasî mezin kom bû.”

Di destpêka Newrozê de polîsan nehişt ku alayên Kurdistanê bikevin qadê lê pişt re ciwanan gelek alayên Kurdistanê li qada Newrozê berz kirin.

“Em tifaq û yekîtiyê dixwazin”

Welatî Hacîra Çelîkê got, “Em aştî û wekheviyê dixwazin. Em tifaq û yekîtiyê dixwazin.”

Welatiyê bi navê Remezan jî got, “Bila tecrîda ser Apo (Abdullah Ocalan) rabe. Em aştiyê dixwazin. Bila ev zilma li ser Kurmancan rabe.”

Welatî Xecê jî got, “Nahêlin em herin cihê xweş. Xweda heqê me ji wan re nehêle.”

“Ew dixwazin îradeya me têk bibin”

Welatî Omer jî got, “Di yasayên wan de jî qedexe tune. Heta resm û sembol tunebin cilûberg qedexe nîne lê ew dixwazin îradeya me têk bibin.”

Welatiyê bi navê Yavuz jî wiha gazina xwe kir, “Wan rêya me ya 10 deqeyan kir 2 saet lê gel hîn jî dimeşe.”

Welatî Sîbelê jî got, “Min ji dayika xwe re got, daye ez dê herim Newrozê.

Wê ji Rihayê ji min re fîstan û xeftan şande. Min jî cilên xwe li xwe kirin û hatim Newrozê.”

Îsal li derdora qada Newrozê, tedbîrên gelekî berfireh ên ewlehiyê hatibûn wergirtin.

Li aliyê din, rê nehat dayîn ku Dayikên Şemiyê û saziyên hatine vexwendin ji deriyê protokolê derbasî qadê bibin.

Ji ber cilûbergên Kurdî û flamayan nêzîkî 100 kesî hatin desteserkirin.

Welatî Evdilah jî got, “Divê tifaqa me Kurdan hebe. Nahêlin em derbasî qadê bibin. Lewra naxwazin em bihêz û qelebalix bin.”

Welatî Eyşeyê jî got, “Bila Ocalan bê berdan. Bila aştî çêbe. Wekî hemû dinyayê em jî mafên xwe dixwazin.”

“Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye”

Hevserokê DEM Partîyê Tuncer Bakirhan beşdarî Newrozê bû û got, “Mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye.”

Tuncer Bakirhan wiha berdewam kir:

“Ji Stenbolê heta Hewlêrê silav. Newroza me pîroz be. DEM Partiyê li Stenbolê em dê bikin hêlîna hemû gelan.

Êdî dem dema me ye dem dema stenbolê ye. Her bijî Stenbol Newroza we pîroz be.”

Di Newrozê de li gel çareseriya pirsa Kurd û daxwazên Kurdan, yek ji rojevên sereke jî hilbijartinên herêmî bûn.

Namzedên DEM Partiya yên Hevşaredariya Stenbolê Meral Danış Beştaş û Murat Çepnî jî rastî eleqeyeke mezin hatin.

Beştaşê got, her dengê ku hûn dê bidin DEM Partiyê dê Demirtaş azad bike.

Muzîsyenên Kurd Mîkaîl Aslan û Murat Demîr bi stranên xwe coşeke mezin da Newrozê.

Suprîza îsal a Newroza Stenbolê jî muzîsyena Tûnisî Emel Meslûsî bû.

Emel Meslûsiyê got, “Ez pir ji muzîka Kurdî hez dikim. Ez heyrana rîtm, awaz û dengen Kurdî me. Gelekî spas.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst