Hewlêr (Rûdaw) – Derbarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de daxwaza 4 sal û mehek cezaya girtîgehê hat kirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi hinceta ku di 4ê mijdara 2019an de daxuyanî dabû û heqaret li endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kiribû, tê darizandin.
Rûniştin li Dadgeha Cezayê Asliye ya 7emîn a Anadoluyê hat kirin û Kemal Polat ê parêzerê Îmamoglu beşdar bû.
Dadger diyar kir ku daxwaza redkirina dadger a parêzerê Îmamoglu ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê ve hat redkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê li Stenbolê, bi hinceta heqaret li endamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinê kiriye derbarê Ekrem Îmamoglu de bi daxwaza di navbera salek û 3 meh û 15 roj û 4 sal û mehekê cezaya girtîgehê îdianame pêşkêşî 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Anadoluyê kir.
Parêzer Kemal Polat mafê gotinê hilda û diyar kir, ji bo di biryarên redkirina dadger de dijayetiya usûlê heye, ew dê li ser esasê paşê parastinê bikin.
Dadgehê li ser daxwaza parêzerên Ekrem Îmamoglu, doz paş xist daku parastina xwe amade bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse