Hewlêr (Rûdaw) - Zeynep Yamana ku 7 mehî ducanî bû û li Stenbolê ji ber lêdana polîsan neçar ma zaroka xwe bi emeliyatê bîne dinyayê got, “Zaroka min berî ku bibe, rastî tundiya dewletê hat.”
Malbateke Kurd 13ê Tîrmehê li navçeya Bayrampaşayê ya Stenbolê dema ji seyranê vedigeriya, ji ber guhdariya muzîka Kurdî rastî êrişa polîsan hat.
Endamên malbatê piştî lêdanê hatin desteserkirin û piştre bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Zeynep Yamana 31 salî ku di heman demê de 7 mehî ducanî bû, di êrişê de rastî tundiyê hat.
Piştî ku polîsan bi pehînan li zikê wê da, tîman ew rakir nexweşxaneyê û ji ber lêdanê neçar ma zaroka xwe bi sezeryanê bîne dinyayê.
Dayîka Kurd 16ê Tîrmehê ji nexweşxaneyê derket lê zaroka wê hîn jî di bin çavdêriya hûr de ye û metirsî li ser jiyana wê berdewam e.
Zeynep Yaman li ser bûyerê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û da zanîn ku dema ew ji seyranê vedigeriyan, polîsan vîdeoya wan girtiye û anî ziman:
“Dema birayê min pirsî çima vîdeoyê digirin got, çima hûn bi dengekî bilind li muzîkê guhdarî dikin.
Piştî nîqaşê, bi sedan polîs li dora me kom bûn û wan bi kîn û nefreteke mezin êrişî me kir.”
“Min got ez ducanî me lê wan guh neda min”
Yamanê anî ziman ku dema polîsan bi awayekî tund destên birayê wê kelemçe kirine û li erdê li serê wî dane, wê hewl daye midaxeleyê bike û da zanîn:
“Min got birayê min berdin lê polîsekî ji paş ve li min xist.
Ez li ser zikê xwe ketim erdê û polîsekî bi pehîna xwe li zikê min da.
Min gelek caran got ez ducanî me lê wan guh neda min.”
Dayîka Kurd amaje pê kir ku piştî bûyerê tîmên tenduristiyê ew biriye nexweşxaneyê û got:
“Li nexweşxaneyê lêdana dilê zaroka min rawestiya.
Bijîşkan got, eger em te emeliyat nekin, hûn her du jî dê bimirin.
Zaroka min a ku diviyabû piştî 2 mehan ji dayîk biba, ji ber tundiya polîsan zû hat dinyayê.
Bijîşk dibêjin dibe ku di mêjî û dilê wê de pirsgirêk derkevin.
Niha di kuwêzê de têkoşîna jiyanê dide.”
Zeynep Yamanê bal kişand ser zextên li ser zimanê Kurdî jî û anî ziman:
“Ev êriş ne tesadufî ye. Ji ber em Kurd in û me li muzîka Kurdî guhdarî dikir, ev yek li me hat kirin.
Dema dibêjin Tirk û Kurd bira ne, ka biratî li kû ye?
Li vî welatî dema mijar dibe Kurd, her tişt mubah dibe.
Zaroka min beriya ku ji dayîk bibe, rastî tundiya dewletê hat.
Ez dê ji bo mafê zaroka xwe ya biçûk dev ji têkoşînê bernedim.”
Hevjînê wê Yunus Emre Yaman jî diyar kir ku ew dê bi rêyên hiqûqî li mafê xwe bigerin û got:
“Ew ji me re dibêjin, em li hev bikin û piştre jî ji ber strana Kurdî li kolanê şkenceyê li me dikin.
Ev çi biratî ye? Ez dê heta dawiyê mafê hevjîn û zaroka xwe biparêzim.”
Malbata Kurd ku sala 2012an ji ber sedemên aborî neçar mabû ji Amedê koçî Stenbolê bike, giliyê polîsên ku êrişî wan kirine kiriye û ragihand ku ew dê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse