Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê ragihand ku ew bavê ku zaroka xwe li ser medyaya civakî xwe dida reqisandin û pereyan qezenc dike, hatiye girtin.
Wezaretê her wiha da zanîn ku zarok niha di bin parastina dewletê de ye û piştgiriya psîkososyal jê re tê dayîn.
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku polîsan bi ser mala kesekî de girt ku li ser TikTokê bi reqisandina keça xwe pere qezenc dikirin.
Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin:
"Zaroka me ya ku di dîmenan de cih digire, piştî kontrolên tenduristiyê niha di bin parastina dewletê de ye.
Ji aliyê tîmên me yên pispor ve ji bo zaroka me dest bi pêvajoya piştgiriya psîkososyal hatiye kirin.
Kesê navborî jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin. Wezaret dê pêvajoya dozê bişopîne.”
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê di dawiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew dê ji nêzîk ve pêvajoya dadgehê bişopînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse