Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Têkel a Dadê û Destûrê ya Parlamentoya Tirkiyê, îro 20ê Cotmehê ji bo nirxandina betalkirina parlamenteriya Parlamentera HDPê Semra Guzel dicive.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, 24ê Adara 2022ê derbarê Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel ku li Parlamentoya Tirkiyê parêzbendiyê wê hatibû rakirin biryara girtînê da. Wê demê hatibû îdiakirin, ku Semra Guzel derketiye derveyî welat. Lê Guzel 3ê Îlona 2022ê li Stenbolê hat desteserkirin û piştre hat girtin.
Li gor peyrewa navxwe ya Parlamentoya Tirkiyê her parlamenterek ku bêyî hincetekê di nava mehekê de 5 caran tevlî rûniştinên Lijneya Giştî ya Parlamentoyê nebe, ji bidawîanîna erkê wan yê parlamentoyê karûbarên yasayî tên destpêkirin.
Dîwana Serokayetiya Parlamentoya Tirkiyê jî ji ber ku Semra Guzel di mehekê de 5 caran beşdarî rûniştinan nebûye, dosyeya wê ji Komîsyona Têkel a Dadê û Destûrê ya Parlamentoyê re şandiye.
Komîsyona Têkel dê îro bicive û derbarê dosyeya Semra Guzel de raporekê amade bike û pêşkêşî Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bike. Lijneya giştî dê biryara dawî derbarê bidawîanîna parlamenteriya Semra Guzel de bide.
Herwiha, 22yemîm Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê, îdianameya dozgeriyê ya ku ji bo Semra Guzel heta 15 salan daxwaza cezayê girtîgehê dike, qebûl kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse