Hewlêr (Rûdaw) - Demîrtaş ragihand ku ew dê êdî ji bilî hevalên xwe yên nêzîk, bi ti siyasetmedar û parêzeran re hevdîtinê neke.
Demîrtaş sedema vê biryarê wekî pêşîgirtina li "berevajîkirin û îstismaran" nîşan da.
Bulent Arinç hefteya borî li Girtîgeha Edîrneyê hevserokê giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ziyaret kir.
Arinç piştî serdanê daxuyaniyek da û îdia kir ku Demîrtaş dixwaze hevdîtinê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bike.
Selahattîn Demîrtaş îro bi rêya parêzerên xwe li ser medyaya civakî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û bêyî ku nav bide bi awayekî tund nerazîbûna xwe ya li hemberî wan kesan anî ziman ku gotin û ramanên wî berevajî dikin û li ser navê wî daxuyaniyan didin.
Demîrtşa got, “Tiştê ku herî zêde li zora min diçe ew e ku gotin û ramanên ku min îma jî nekirine, dixin ser navê min û ji raya giştî re radigihînin."
"Ez dê bi serbilindî derkevim"
Demîrtaş diyar kir ku ew ji helwesta xwe ya bi rûmet tawîzê nade û wiha got:
"Divê her kes zanibe û pê bawer be, ez bi rûmeta xwe, bi serbilindî ketim vir, min rûmeta xwe neda pelixandin û ez dê dîsa bi serbilindî derkevim an jî heta roja dawî ya jiyana xwe li vir bimînim.
Ji bo min alternatîfeke din nîne."
Wî herwiha da zanîn ku 9 salên di hucreyê de zehmetiyên mezin dîtine lê "parçebûna ji têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê ya gel, li hemberî hemû zehmetiyan hêza berxwedanê û vîneke ji pola dide."
Demîrtaş di dawiya peyama xwe de careke din bang kir û got:
"Ti daxuyanî, şîrove û ramaneke ku min rasterast parve nekiribe, min girê nade.
Ez xwe dispêrim têgihiştina we û diyar dikim ku ji niha û pê ve ez dê ji bilî hevalên xwe, bi ti siyasetmedar û parêzeran re hevdîtinê nekim, ji ber ku ji bo pêşîgirtina li van berevajîkirin û îstismaran rêyeke din nemaye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse