Hewlêr (Rûdaw) - AK Partiyê ji bo çûna Îmraliyê helwesta xwe eşkere kir û eşkere kir ku ew çûna Komîsyona ya ji bo Îmraliyê eren dibînin.
Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler ragihand ku ew wek partî bi awayekî erênî li serdana Komîsyona parlamentoyê dinêrin û dê di dengdana roja înê de dengê "erê" bidin.
Ev helwest piştî civîneke girtî ya AK Partiyê hat eşkerekirin.
Civîna AK Partiyê bi beşdariya Abdullah Guler, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û endamên Komîsyonê yên partiyê pêk hat û nêzîkî saetekê dewam kir.
Guler piştî civînê bi zelalî got, "Eger di Komîsyonê de dengdan çêbibe, em dê dengê erê bidin."
Beriya civîna AK Partiyê, li Enqerê trafîkeke siyasî ya bilez hebû.
Rayedarên MHPyê Fetî Yildiz û Erkan Akçay, bi Abdullah Guler re civiyan.
Yildiz piştî hevdîtinê teqez kir ku ji bo biryarê piraniya asayî bes e û got, "Ev tiştekî pir zelal e."
Ev pêşhatên nû, piştî daxuyaniya tund a Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya roja sêşemê hatin.
Devlet Bahçelî gotibû ku eger Komîsyon neçe Îmraliyê, ew bi xwe amade ye bi sê hevalên xwe re biçe û hevdîtinê pêk bîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse