Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar derbarê doza girtina HDPê de ragihand, “Em jibilî girtinê çaverêyî ti biryarek din nînin. Avakirina partiya nû yek ji bijaredeyan e.”
Mîthat Sancar di hevpeyvînekê de li gel kenala Halk TV behsa zextên li ser HDPê û daxwaza ji bo girtinê kir.
Sancar amaje bi wê dike ku ew li bendê bûn doza girtinê li dijî HDPê bê vekirin û got, “Dixwazin HDPê li derve bihêlin. Ne rasthatinek e ku doza girtinê rojek berî kongreya MHPê bê kirin. Serokên MHP û AKPê ev mijar gotûbêj kirin. Di vê rewşê de em nikarin li bendê bin dadgeh biryareke bêalî bide.”
Sancar dibêje, di demekê de ku “dadgeh di bin kontrola siyasetê de ne” ew li bendê de biryara girtinê derbarê HDPê de bê dayîn û li ser helwesta HDPê û bijardeyên li pêş jî Sancar eşkere dike, “Em naxwazin bi tena serê xwe biryar bidin. Avakirina partiyeke nû û xwebelavkirina HDPê di nav bijardeyan de ne. Meseleya me ew e ka kîjan bijarde dê zêdetir xizmetê ji xebata demokrasî û hêviya azadiyê ya Tirkiyê re bike. Em dê van gotûbêjan jî bi eşkerekirina bo raya giştî birêve bibin.”
Hevserokê HDPê dibêje, “MHP di netewperestiyê re hewl dide ji xwe re deng kom bike û ji xwe bi sedema nêrîna xwe ya îdeolojîk li dijî e peyva Kurd jî bibihîze. Ne mumkun e bi wî şêweyî HDPê bigirin ku careke din di bin navek din de neyê vekirin.”
Mîthat Sancar behsa dozên girtinê yên li dijî partiyên Kurdî jî kir û got, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî hemû ew biryarên girtinê wek binpêkirin binavkirin û “hemû ew îddayên di doznameyan de hatibûn nivîsîn red kirine.”
Ev di demekê de ye ku çend roj berê ji aliyê Dozgeriya Giştî ya Tirkiyê li Dadgeha Bilind bi daxwaza girtina HDPê dozek hat tomarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse