DEM Partiyê ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê daxwaza hevdîtinê kir

21-04-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da ku beriya niha ji ber rewşa Endamê Heyeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder hatibû bipaşxistin.

Heyeta DEM Partiyê û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç dê 18ê Nîsana 2025an biciviyan lê beriya wê bi çend rojan krîza dil li Sirri Sureyya Onder da û ew hevîdtin hat bipaşxistin.

DEM Partiyê îro dubar ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da.

Li gorî zanyariyan Heyeta DEM Partiyê ji Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Berdevkê Komîsyona Mafên Mirovan û Alîkarê Hevserokê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst