Hewlêr (Rûdaw) - Piştî belavbûna nûçeya ku Abdullah Ocalan ji HDPê xwestiye, di hilbijartinên 23ê Hezîranê yên bo Şaredariya Stenbolê de bêalîbûna xwe biparêze, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî bertek nîşan da û ragihand, xelkê beriya heftiyekê biryara xwe daye.
Hevserokê giştî yê HDPê Sezaî Temellî li hember îdiayên di derbarê bangewaza rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan bo hilbijartinên Stenbolê û daxwaza wî ji HDPê de bertek nîşan da.
Sezaî Temellî daxuyaniyek da û ragihand ku divê ew guhdariya parêzerên Ocalan bikin, lê hefteyek beriya niha xelkê biryara xwe daye.
Temellî diyar jî kir ku Ocalan kesekî hişyar e û pêvajoyên siyasî gelek baş dinirxîne.
Duh ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê nûçeyek belav kir û têde ragihand, ku Serokê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Munzur a Dêrsimê, Dr Ali Kemal Ozcan serdana rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan li girtîgeha Girava Îmraliyê kiriye û Ocalan di vê hevdîtinê de nameyek daye wî.
Li gor hemna nûçeyê, Dr Ali Kemal Ozcan piştî vegera ji hevdîtinê daxuyaniyek daye medyayê û aşkere kiriye ku nameyek ji aliyê Ocalan ve bo HDPê aniye.
Dr. Ali Kemal Ozcan ragihandiye, Ocalan di namya xwe de bang kli HDPê dike ku di hilbijartinên 23ê Hezîranê yên ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de bêalî bimîne.
Ozcan herwiha dibêje, roja 18ê Hezîranê jî parêzerên Ocalan serdana wî kirine û Ocalan nameyek daye wan, lê ji ber ku nameya wî ji raya giştî re nehatiye aşkerekirin, nîgeran bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse