Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamegerê navdar ê Tirk Fatîh Altayli bi hinceta “gefxwarina li Serokkomar” li mala xwe hat desteserkirin.
Rojnameger Fatîh Altayli li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Serdozgeriya Stenbolê li ser desteserkirina rojnameger Fatîh Altayli daxuyaniyek belav kir.
Serdozgeriyê derbarê desteserkirina Fatîh Altayli ragihand:
“Ji ber gotinên wî yên gefxwarinê yên li dijî Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan ên ku di weşana xwe ya li ser kanala medyaya civakî ya Youtubeyê de 20/06/2025an kirine li dijî Fatîh Altayli bi tawana gefxwarina li Serokkomar (Madeya 310/2 ya TCKê bi xala madeya 106/1) lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Kesê navborî îro li gorî talîmatên ku ji Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê re hatine dayîn, hatiye girtin û desteserkirin.”
Altayli niha nivîsên xwe di malpera xwe ya bi navê Fatîh Altayli de diweşîne û li ser Youtubeyê bernameyên derbarê rojevê çêdike û car caran jî mêvan beşdarî bernameya wî dibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse