Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê piştî hevpeymaniya Cumhur û hevpeymaniya Millet, hevpeymaniya sêyem, ya bi navê Yekîtiya Hêza Sosyalîst bi fermî damezrandina xwe ragihand. Yek ji damezrînerên Yekîtiya Hêza Sosyalîst Îsmaîl Hakkî Tombul ji Rûdawê re wiha got: “Em wek Yekîtiya Hêza Sosyalîst li gel wê yekê ne ku hemû gelên li vî welatî bi azadî nasname û çanda xwe bijîn. Divê gelê Kurd weke gel xwe îfade bike û çand û nasnameya xwe bi awayekî azad bijî, lê divê em bi hev re têkoşîna guhertina vî welatî bidomînin.”
Tevgera Şoreşger, Partiya Çep, Partiya Komunîst a Tirkiyê (TKP) û Tevgera Komunîst a Tirkiyê (TKH) piştî danûstandinên demdirêj li Enqereyê bi daxuyaniyekê bi fermî hevpeymaniya “Yekîtiya Hêzê ya Sosyalîst” îlan kirin.
Serokê berê yê KESKê û yek ji damezrînerên Yekîtiya Hêza Sosyalîst Îsmaîl Hakkî Tombul derbarê tifaqê de pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Enqerê Şevket Herkî bersivand.
Li ser pirsa armanca tifaqê û valahiya siyasî ya ku ew dê tijî bikin, Tombul wiha got: “Li Tirkiyê di 20 salên dawî de wêraniyeke mezin çêbû. Sekularîzm hilweşiya, bernameya siyasî û aborî girêdayî emperyalîzmê man. Hemû sazî hatin firotin, her tişt di navbera lêvên yek zilamî de ma. Di rewşeke wiha de têkoşîna afirandin û avakirina Tirkiyeke serbixwe, laîk, azad û wekhev dê bi veguherînek şoreşgerî pêk were. Ev jî tenê bi avakirina fikreke sosyalîst a şoreşger pêkan e.”
Tombul eşkere kir ku çend kevneşopiyên sosyalîst ên şoreşgerî heta niha li Tirkiyê hene û got: “Lê mixabin pêk hateyên wan ên rêxistinî têra ji nû ve hilberandin û civakîbûna ramanan di civakê de nakin. Yekîtiya Hêza Sosyalîst dê di dema pêş de hewl bide ku fikrên sosyalîst û şoreşgerî yên di qada siyasî ya Tirkiyê de berbelavtir bibe.”
Helwesta tifaqê ya ji bo pirsa Kurd
Li ser pirsa Rûdawê ya “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çi pêşniyarên we hene?” Tombul wiha axivî: “Em weke Yekîtiya Hêza Sosyalîst ligel wê yekê ne ku hemû gelên li vî welatî bi azadî nasname û çanda xwe bijîn. Di vê de tiştek tune. Lê em di wê baweriyê de ne ev welat dê bi têkoşîna hevpar, bibe welateke demokratîk û bibe welatekî ku mirov tê de bijîn.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Tombul tekez kir ku divê gelê Kurd weke her gelekê xwe îfade bike û çand û nasnameya xwe bi awayekî azad bijî û got: “Lê divê em bi hev re têkoşîna guhertina vî welatî bidomînin. Li gorî nêrîna me pir hêsan e. Veguherîna demokratîk dê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bibe gaveke girîng. Nêzîkatiya me ya ji bo pirsgirêka Kurd tenê bi tu rêxistinekê re sînordar nebû.”
HDP çima beşdarî tifaqê nebû?
Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ragihandibû ku ew dê di 25ê Tebaxê de tifaqa xwe ji raya giştî re eşkere bikin û ligel partiyên çep û sosyalîst hevdîtin dikin. Lê berê wê Yekîtiya Hêza Sosyalîst ji aliyê 4 partî û rêxistinên ve hat avakirin.
Tombul li ser pirsa “Gelo HDPê xwestiye beşdarî vê tifaqê bibe yan na?” jî got: “Li Tirkiyê salek e lêgerîna vê yekitiya hêzan didome. Ji destpêkê ve me bi rêxistinên çep ên sosyalîst re jî hevdîtin kirin. HDPê bang kir, lê partî û rêxistinên li vir tevlî banga HDPê nebûn.
Sedem ne dûrketin an jî nêzîktiya bi HDPê re ye. Weke ku me got, em pirsgirêkê tenê bi nîqaş û danûstandinên parlamentoyê nabînin, lê carinan em bi HDPê re di hinek mijaran de dibin yek hêz. Me pêwîstî dît ku yekitiya hêzan pêk bînin û bêjin ku hêza şoreşger a serbixwe girîngtir e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse