Hewlêr (Rûdaw) - HDPe ji civaka navneteweyî UNESCO û UNICEFê re dibêje, zarokên Kurd ji perwerdeya bi zimanê dayikê bê par in.
Komîsyona Ziman, Çand, Perwerde û Hunerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya Roja Cîhanî ya Mafên Zarokan , ji saziyên navdewletî yên weke Komîteya Zarokan ya Neteweyên Yekgirtî, Parlimana Ewropa, Komîteya Têkoşîna li dijî Cihêkariyê, UNESCO, UNICEF û saziyên din yên Navdewletî, re nameyek şand.
Di nameyê de, ku Alîkarê Hevserokên Komîsyonê, Salim Kaplan li ser îmze kiriye tê gotin “piştî ku 20'ê Mijdara 1989'an, Peymana Mafên Zarokan ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve hat erê kirin, her sal 20'ê Mijdarê weke Roja Mafên Zarokan a Navneteweyî tê qebûlkirin. Peymana Mafên Zarokan ser welatan vê yekê ferz dike, ku jiyana zarokan baştir bibe. Lê belê li Tirkiyeyê bi milyonan zarok ji mafên xwe bê parin û neçar dimînin di pirsgirêkan de bijîn.”
Tirkiye, her sê xalên bingehîn yên17, 29 û 30 ya Peymana cîhanî ya Mafên Zarokan binpê dike û ev yek wê bandorê li ser hebûna madî, manewî, çandî û civakî ya zarokan dike.
Herwiha cudakarî, tundî li dijî zarokan û bi taybet zarokên keç û her wiha bikaranîna zarokan û zarokên koçber û astengdar û zindankirina wan ev binpêkariyanin ku der heq zarokan bi cî tên.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse