Saruhan Oluç: Dibe ku 4 kes herin Îmraliyê

21-11-2025
RÛDAW
Nîşan Saruhan Oluç DEM Partî Pêvajoya Çareseriyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê û endamê Komîsyonê Saruhan Oluç diyar kir ku dê heyeta Komîsyonê ya ku biçe Îmraliyê ji 4 kesan pêk bê.

Saruhan Oluç hûrgiliyên biryara çûna Komîsyonê ya ji bo Îmraliyê ji Rûdawê re eşkere kirin.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê îro civîna xwe ya 18emîn li dar xist û rojeva civînê guhdarîkirina Abdullah Ocalan bû.

Komîsyonê îro di dengdanê de biryar da ku heyetek Abdullah Ocalan ziyaret bike.

Saruhan Oluç bû mêvanê Bultena 17:00an a Rûdawê û bersiv da pirsên Nalîn Hesenê yên derbarê civîna Komîsyonê.

Oluç diyar kir ku civîna Komîsyonê bi rûniştina vekirî dest pê kiriye û partiyan nêrînên xwe anîne zimên.

Saruhan Oluç got, "Pişt re em derbasî civîna girtî bûn û dengdan hat kirin.

Di encama dengdanê de, bi piranî biryar hat dayîn ku heyetek li ser navê Komîsyonê biçe Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike."

Parlamenterê DEM Partiyê bi bîr xist ku biryar bi 32 dengên "erê" derbas bûye û got, "Ji bo piraniyeke bi kalîte 31 deng pêwîst bûn.

Ev pêşniyar bi dengekî zêdetir hat qebûlkirin."

"Dîroka çûna heyetê hîn ne diyar e"

Parlamenterê DEM Partiyê li ser pirsa ka heyet dê kengî biçe Îmraliyê jî got, "Hîn ne diyar e lê divê heta sibe hemû partî navên nûnerên xwe yên dê di heyetê de cîh bigirin ji Serokatiya Parlamentoyê re bişînin.

Piştî wê, prosedurên yasayî yên pêwîst dê dest pê bikin. Dema ku Wezareta Dadê destûrê bide, heyet dê biçe Îmraliyê û hevdîtina xwe pêk bîne."

"'Îhtimal e ku heyet ji 4 kesan pêk bê"

Oluç li ser pêkhateya heyetê jî wiha got, "Niha bi temamî ne zelal e lê ji partiyên ku koma wan heye dê her yek nûnerekî bişîne.

Li parlamentoyê komên 5 partiyên hene lê CHPyê ragihandibû ku ew dê navê nûnerekî nedin lewma divê heyet di vê rewşê de ji 4 kesan pêk bê."

"Di biryarê de tenê hevdîtina bi Ocalan re heye"

Saruhan Oluç li ser naveroka hevdîtinê jî got, "Mijara ku em di Komîsyonê de axivîn, tenê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bû lê ez nikarim zanibim ka dê li wir rewşeke taybet derkeve holê yan na.

Biryara Komîsyonê tenê li ser hevdîtina bi Birêz Ocalan re ye."

"Sê partiyan dengê 'na' da"

Saruhan Oluç di dawiya axaftina xwe de amaje bi helwesta partiyên din jî kir û got:

"Partiya Çep a Demokratîk (DSP), Demokrat Partiya (DP) û HUDA PARê dengê 'na' da.

Bi taybetî DSP û DP ji destpêkê ve li dijî çareseriyeke demokratîk û aştiyane bûn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst