Alî Bozan dîmenên ku polîs li ciwanekî dixin belav kirin

22-01-2025
Nîşan Mêrsîn Akdenîz Ciwan Kurd Şkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan dîmenên ku polîs li ciwanekî dixin belav kirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 13ê vê mehê qeyûm danîbû ser Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê ku di destê DEM Partiyê de bû.

Piştî vê biryara bi hezaran kes daketin kolanan û wan ev biryar protesto kir.

Polîsan jî midaxeleyî xwenîşandanan kir û gelek kes desteser kirin.

“Xortekî Kurd bi şkenceyê tê desteserkirin”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan bi rêya hesabê xwe yê Xê hinek dîmen belav kirin û got ku polîs li ciwanê bi navê Furkan Ozen dixin û diyar kir:

"Di vîdeoyê de xortekî Kurd heye ku bi şkenceyê tê desteserkirin.

Doh bi şev li kolanên navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dîmenên dijminahî û bêhemuliya li hemberî Kurdan derketin holê."

“Şkence sûcekî mirovahiyê ye”

Bozan got ku Furkan Ozenê 20 salî bi şkenceyê hatiye desteserkirin û kesên ku bûyer dîtiye dibêjin lingê wî yê rastê ji aliyê wesayîta zirxî ve hatiye perçiqandin û anî zimên:

"Şkence sûcekî mirovahiyê ye. Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê bi rojan sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin.

Em dê bi pey vê meseleyê bikevin.”

Ji aliyê din, parêzerê Furkan Ozenê ku rastî şkenceya polîsan hatiye ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û got:

"Ji çoka wî ya rastê çend santîm çerm rabûye û li aliyê çepê yê zikê wî şop hene.

Muwekîlê me dibêje ew di wesayîta zirxpoş de hatiye derbkirin û li nexweşxaneyê bijîşk ew miayene nekiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst