Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Hêviya hevpar a her kesî ew e ku geşedanên ku pêvajoyê bi leztir bikin çêbin."
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna koma heftane ya parlamentoya ya partiya xwe de axivî.
Tuncer Bakırhan bal kişand ser astengên li pêşiya pêvajoya demokratîkbûnê li Tirkiyeyê û got.
"Dîrokê gelek caran nîşan daye ku dê bi tangên derbeyê demokrasî çênebe. Em êdî dixwazin vê qonaxê bigirin. Banga Birêz Ocalan a 'Em sedsal a pêş winda nekin', banga avakirina destpêkeke nû ye ku em ji rabirdoyê ders wergirin.
Werin em vê agirê sed salî bi hev re vemirînin."
“Kurd amade ne”
Bakirhan li ser bandorên derengketina pêvajoya nû jî got:
"Eger aştî dereng bimîne, hêvî kêm dibe. Ji ber vê yekê dema rast îro ye, ne sibe ye.
Kurd amade ne, kedkar, sosyalîst, jin amade ne. Kesên ku dixwazin bi me re bimeşin, fermo!
Em Tirkiyeyê li ser bingehên demokratîk ji nû ve ava bikin."
"Tecrîd tê wateya birîna nefesa ku diçe dilê aştiyê"
Bakırhan ku bal kişand ser rewşa Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê, diyar kir ku ev rewş bandorên neyînî li ser pêvajoya aştiyê dike û wiha domand:
"Eger dema ku xwîn negihîje dilê mirov krîz derdikeve, tecrîd jî tê wateya birîna nefesa ku diçe dilê aştiyê.
Divê tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê meşandin bi zûtirîn dem bê rakirin.
Başkirina rewşa wî, başkirina rewşa Tirkiyeyê ye. Ev kilîta çareserkirina derdê gelan, kedkaran û belengazan e."
"Banga çekdanînê ne tiştekî nû ye"
Bakrhan piştî civîna koma xwe bersiva pirsên rojnamegeran da û li ser serdana dawî ya Îmraliyê daxuyanî da.
Wî anî zimên ku serdana bi Ocalan re bi awayekî berhemdar û bi moraleke bilind bûye, her wiha diyar kir ku Ocalan berê jî banga çekdanînê kiriye.
Bakirhan got, "Ev ne sirek e. Birêz Ocalan berê jî bang kiribû. Eger pêwîstî bêne bicihkirin, soza çekdanînê jî dabûn.
Em hêvîdar in ku em dê derbasî qonaxeke bê pevçûn, bê tundî, bê çek û bê şer bibin."
"Hêviya hevpar a her kesî pêvajoyê bi leztir bibe”
Hevserokê DEM Partiyê da zanîn ku di serdana dawî ya Heyeta Îmraliyê de, Abdullah Ocalan bi moraleke bilind û bi tempoyeke bilind xebatên xwe didomîne, her wiha diyar kir ku dibe di rojên pêş de pêşketin li ser pêvajoyê çêbibin.
“Ocalan ji pêvajoyê bi hêvî ye”
Bakirhan li ser vê mijarê jî wiha got:
“Heyeta duh bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtineke wî ya berhemdar, girîng û hêja hebû.
Bê guman rojeva girîng a civînê rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder bû. Birêz Ocalan daxwazên xwe yên herî baş anîn ziman. Ji ber ku aktorekî gelekî girîng bû xemgîniyên xwe anî ziman.
Hevalên me ji me re ragihand ku birêz Ocalan bi tempoyeke bilind û bi moraleke bilind xebatên xwe didomîne.
Birêz Ocalan diyar kir ku bendewariya hevpar a her kesî ye ku geşedanên di hefteyên pêş de pêvajoyê bilez tir bikin.
Ew jî ji pêvajoyê bi hêvî ye. Difikire ku ev pêvajo dê di rojên pêş de leza xwe bi dest bixe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse