Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê li ser pêvajoyê got: ‘Çima niha?’

22-06-2025
RÛDAW
Nîşan Nacho Sanchez Amor Parlamentoya Ewropayê Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nacho Sanchez Amor ji pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi guman e û got, “Çima niha?”

Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor pêvajoya nû ya çareseriyê û biryara PKKyê ya bidawîanîna şerê çekdarî wekî nûçeyeke baş bi nav kir lê çend gumanên xwe yên li ser dema destpêkirina pêvajoyê anîn ziman û anî ziman:

“Çima pêvajoyeke nû ya aştiyê dema ku aliyek ji bo çaksaziya destûrî ya di Parlamentoyê de pêwîstî bi dengan heye dest pê dike?

Ev pirseke ku ez bersiva wê nizanim lê pirseke maqûl e.”

Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor di çarçoveya geşteke çapemeniyê de ku ji aliyê Delegasyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Tirkiyeyê ve hatibû organîzekirin li Brukselê pêşwazî li rojnamegerên ji Tirkiyeyê kir û derbarê pêşhatên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û pêvajoya çareseriyê nirxandinên girîng kirin.

Amor ragihand ku pêvajo nûçeyeke baş e û da zanîn:

“Eger ji bo paşeroja welatiyên Tirkiyeyê yên Kurd hêviyek hebe, ew jî pêvajoyeke bi vî rengî ye.

Ji ber vê yekê ez ji Bahçelî heta Ocalan, teqdîra her aliyê ku di mijarê de cih digire dikim.

Ti pirsgirêka min bi pesndayîna birêz Bahçelî re nîne.”

Nacho Sanchez Amor behsa çend gumanên xwe yên li ser dema destpêkirina pêvajoyê kir û got:

“Pirsa bingehîn ev e. Çima pêvajoyeke nû ya aştiyê dema ku aliyek ji bo çaksaziya destûrî ya di Parlamentoyê de pêwîstî bi dengan heye dest pê dike?

Ev pirseke ku ez bersiva wê nizanim, lê pirseke maqûl e.

Çima niha? Çima di demekê de ku pêwîstiya hikûmetê li Parlamentoyê bi hinek dengan heye?”

Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê got:

“Ez wiha difikirim ku pirsa sereke ev e. Gelo tevgerên Kurdan ji pêvajoyeke ku ne li ser bingeha geşedana demokratîk a welat be bawer dikin?

Tişta bala min kişand dema Ocalan ev daxuyaniya destpêkê da ew bû ku fikra wî ne maf ji bo gelê min, maf ji bo Kurdan bû.

Wî got, mafên gelê Tirk ango di çarçoveya demokrasiya bipêşketî de, mafên gelê min, gelê Kurd, bi rastî tên misogerkirin.

Ev jî pêvajoyê bi demokratîkbûna giştî ya welat ve girê dide.”

Raportorê Parlamentoya Ewropayê behsa yasaya rûbirûbûna terorê jî kir û anî ziman:

“Eger terorîzm nebe, ti sedemên siyasî namînin hûn yasayên ku ji bo serdema piştî darbeyê hatine çêkirin bidomînin.”

Amor peyamek da Kurdan

Amor di dawiya axaftina xwe de peyamek da Kurdan û got:

“Peyama min ji bo tevgera Kurdan ev e. Niha ne dema Kurdistana mezin û  rojeva we ya dîrokî ya derbarê Rojava de ye.

Ev mijar derbarê mafên welatiyên Tirkiyeyê yên bi eslê xwe Kurd e.

Ev ne li ser xewnên neteweyî, neteweyên cuda yên heyî û tiştên bi vî rengî ye.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Amor rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û doza li dijî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî nirxand û karvedana Komîsyon û Konseya Yekîtiya Ewropayê ya li hemberî biryara Îmamoglu lawaz bi nav kir.

Amor destnîşan kir ku rêya endamtiya Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê ne bi hêza leşkerî, bi demokrasiyê ve girêdayî ye û got:

“Rêya endamtiya Yekîtiya Ewropayê ji Silîvriyê derbas dibe, ne ji Bayraktar. Doza Îmamoglu gaveke din e di rêya bi temamî otorîterbûna rejîmê de.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst