Hewlêr (Rûdaw) –Raportorê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor diyar kir ku pêvajoya aştiyê ji bo Tirkiyeyê kilîda endametiya Yekîtiya Ewropayê ye.
30 sal di ser çalakiya sivîl a Dayikên Şemiyê re der bas bûn.
Îro şemiyê Dayikên Şemiyê dîsa li Meydana Galatasarayê li hevdû kom bûn.
Raportorê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor jî tevlî çalakiya bû.
Nacho Sanchez Amor ji Rûdawê re ragihand ku pêvajoya aştiyê, çareserkirina dosyeya girtiyên siyasî, azadkirina Ekrem Îmamoglu, Osman Kavala û Selahattîn Demirtaş, kilîdên vejandina pêvajoya endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê ye.
“Em pêvajoya çareseriyê dişopînin”
Amor derbarê pêvajoya aştiyê û çareseriya Pirsgirêka Kurdan got:
"Em bawer dikin ku ev derfeteke gelek baş e ji bo vegerandina hêviyê di pirsgirêkeke gelek kûr a jiyana xelkê Tirkiyeyê de û em desthilatdaran teşwîq dikin ku bi vê arasteyê gavan bavêjin.
Ji ber ku pêvajoyê dest pê kiriye. Ji her du aliyan ve nûçeyên xweş hene lê divê ev doz di parlamentoya niştimanî, di encûmena niştimanî ya mezin de were bicîhkirin da ku lijneya parlamentoyê ya hevbeş a Yekîtiya Ewropayê û Tirkiye jî karibe dest bi karên xwe bike."
Parlamenterê Spanyayî di berdewamiyê jî de got: "Wekî Yekîtiya Ewropayê roleke me ya rasterast nîne lê amaje pê kir ku Bruksel hemû aliyan han dide ku vê pêvajoya hêvîbexş pêş bixin.
Em ji nêzîk ve çavdêriya tiştan dikin. Ev pêwendî bi jîngeheke demokratîk a baştir re heye û ev jî bandorê li pêvajoya endametiyê dike.
Yanî, eger nûçeyên xweş di pêvajoya aştiyê de hebin, ev ji bo pêvajoya endametiyê jî dê nûçeyeke xweş be, ji ber ku ev tê wê wateyê ku jîngeha demokratîk dê baştir bibe."
Tirkiye ji sala 1987an ve bi awayekî fermî ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê pêşkêş kiriye û ji sala 2005an ve dan û standin ji bo vê armancê dest pê kirine.
Di van salên dawî de, ji ber paşveçûna Tirkiyeyê ji bingehên demokrasiyê, mafên mirovan û serweriya yasayê, pêvajo rawestiyaye.
Endamê Parlamentoya Ewropayê behsa ziyaretaSerokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî kir û got:
"Doh li Silîvriyê min serdana Îmamoglu kir, wekî çawa berî çend mehan min serdana Kavala kiribû, berê jî min serdana Demîrtaş kiribû. Ez hez dikim ku wan li derve bibînim. Ez hez dikim Kavala li cihê xwe yê kar bibînim; ez hez dikim Demîrtaş li baregeha xwe bibînim. Ez hez dikim Îmamoglu di şaredariyê de bibînim."
Ekrem Îmamoglu siyasetmedarekî diyar ê opozîsyonê û endamê Partiya Gel a Komarî (CHP) ye.
19ê Adara 2025an, bi tohmetên bertîlwergirtin û gendeliyê hat desteserkirin.
Selahattîn Demirtaş jî Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e û ji sala 2016an ve di zîndanê de ye û rastî çendîn tohmetên têkildarî "terorê" hatiye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê çend caran xwest were azadkirin.
Osman Kavala jî karsaz û çalakvanê civaka sivîl e ji sala 2017an ve di zîndanê de ye û cezayê girtina heta hetayê lê hatiye birîn.
Dosyeya wî bûye yek ji xalên nakokiyê yên di navbera Tirkiye û Encûmena Ewropayê de.
Siyasetmedarê Ewropî Amor tekezî li ser wê yekê kir ku çareseriya dosyeya girtiyan pêşmercê sereke yê nêzîkbûna Tirkiyê ji endametiya Yekîtiya Ewropayê ye.
“Rêya Ewropayê ya Tirkiyê ji Silîvriyê dest pê dike”
Behsa mercên endamtiya Yekîtiya Ewropayê jî kir û got:
"Wekî piştî derketina min ji zîndanê min got, rêya Ewropayê ya Tirkiyê ji Silîvriyê dest pê dike.
Eger tişt derbarê van dosyeyan de baştir bibin, ev nûçeyeke xweş e ji bo pêvajoya endametiyê.
Lewma tiştê ku min ji desthilatdarên Tirkiyeyê re got ew e, eger hûn dixwazin pêvajoya endametiyê vejînin, rê ji Silîvriyê dest pê dike. Ev peyama min e.
Min Ekrem Beg bi moraleke bilind, ruhekî şervan û pir xwegir dît.
Gelekî bi fikar e ji wan tiştên ku li ser kesên din hatine, ji ber ku dizane berpirsên din, karmendên din ên vê şaredariyê, tenê ji ber ku ew armanceke siyasî ye, ziyan dîtine.
Ev ew berpirsiyarî ye ku wî xemgîn dike.
Tiştê ku em dixwazin, bêguman, azadkirina her kesî ye, her kesî ku têkilî bi vê dosyeyê re heye.
Eger dosyeyek hebe, dosye berdewam be, ev dozgerê giştî yê Stenbolê karibe tiştên gelekî ecêb çêbike, dibe ku kesek were gazîkirin ji bo dadgehê lê danîna 100 kesan di zîndanê de bi tohmeteke gelekî lawaz, bi demokrasiyê re nagunc e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse