Hewlêr (Rûdaw) - Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor ragihand ku çekdanîna PKKyê nûçeyeke gelekî xweş e û divê mafên welatiyên Kurd werin misogerkirin.
Amor her wiha diyar kir ku ew dê serdana Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala û Can Atalay bike.
Nacho Sanchez Amor di çarçoveya amadekariyên xwe yên ji bo Rapora Tirkiyeyê de, li Enqereyê çend civîn pêk anîn.
Amor spasiya berpirsên Tirkiyeyê kir ji bo hêsankariya ku di hevdîtinan de pêşkêş kirine û derbarê serdana kesayetên girtî de got:
“Sibê (Şemî, 6ê Kanûna Pêşîn) li Edirneyê serdana Selahattîn Demîrtaşî û li Sîlîvriyê jî serdana Osman Kavala û Can Atalay dikim.
Her wiha ez dê bi Ekrem Îmamoglu re jî bicivim. Bi taybetî dixwazim spasiya berpirsên Tirkiyeyê bikim ji bo wê hêsankariya ku di dema hevdîtinên min ên ligel van kesan de pêşkêş kirine.”
“Cidiyeta welatekî bi dronan nayê pîvan”
Amor li ser pirsa bicihneanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di doza Selahattîn Demîrtaşî de, bi bîr anî ku Tirkiye yek ji endamên damezrîner ên Konseya Ewropayê ye û got:
“Tiştê ku ez jê fêm nakim ev e; çima ew berpirsên ku dibêjin serweriya hiqûqê di rewşeke baş de ye, pêbendî biryarên dadgehê nabin?
Cidiyeta welatekî tenê bi dron nayê pîvan, bi pêbendbûna te ya bi sozên te tê pîvan.
Kesî hûn neçar nekirine ku Tirkiye bibe endama Konseya Ewropayê. We bi xwe hilbijartiye ku bibin endam.
Eger hûn dixwazin peyama 'Em amade ne ji bo destpêkirina pêvajoya endamtiyê' û 'Em amade ne ji bo çaksaziyê' ji Yekîtiya Ewropayê re bişînin, yekem tiştê ku divê hûn bikin ew e ku hûn di wan dozên ku hûn tê de alî ne û we winda kiriye de pêbendî biryarên dadgehê bin.
Ev ABCya demokrasiyê ye. Çawa ku her welatiyê Tirkiyeyê dema dozekê winda dike divê pêbendî biryarê be, dewlet jî divê di pergala dadweriya navdewletî de ku tê de alî ye, biryaran bi cih bîne.”
“Çekdanîna PKKyê nûçeyeke gelekî xweş e”
Amor amaje bi wê yekê kir ku gotarên wekî "giyanekî nû" û "Tirkiyeya bê teror" li Tirkiyeyê hêvî di nav civakê de çêkiriye û pêvajoya çekdanîna PKKyê wekî "demeke hêviya mezin ji bo paşerojê" bi nav kir.
Raportorê PEyê wiha axivî:
"Nûçeya baş, heta nûçeyeke gelekî mezin, bidawîbûna tundiyê ye; ji ber ku PKK çekan datîne.
Ez xelkê Spanyayê me. Ez dizanim tevger û miamelekirina li gel terorê çiqasî zehmet e.
Ji ber vê yekê, çekdanîna PKKyê bi rastî nûçeyeke gelekî xweş e û divê her kes ji vê yekê fêm bike.
Bi baweriya min, welat tehemûla şikesteke din nake. Eger gef bi dawî hatibe, ev derfeteke nû ye. Eger îradeya siyasî hebe, her tişt dikare bibe.
Welat dikare derbasî qonaxeke din bibe ku tê de hevsengiya di navbera ewlehî û azadiyê de bi qazanca azadiyan damezrîne."
“Divê mafên Kurdan bên misogerkirin”
Amor tekez kir ku Yekîtiya Ewropayê (YE) bi temamî piştgiriya pêvajoyê dike û bal kişand ser mafên welatiyên Kurd û got:
"Helwesta Yekîtiya Ewropayê ew e ku eger pêwîst bike dê alîkariyê bide; em pêvajoyê teşwîq dikin, lê em bi ti awayî nikarin destwerdanê di pêvajoyê de bikin.
Ez piştrast im ne tenê Yekîtiya Ewropayê lê hemû endamên Yekîtiyê jî piştgiriya vê pêvajoyê dikin.
Lê ez gelekî rijd bûm li ser wê yekê û dixwazim ducare bikim: Divê di vê pêvajoyê de mafên welatiyên Tirkiyeyê yên ku bi eslê xwe Kurd in, werin misogerkirin."
“Destûr ne menu ye”
Amor rexne li şêwazê karkirina pergala destûrî ya Tirkiyeyê û helwesta wê ya li hemberî mixalefetê jî girt.
Amor ragihand ku tenê ew beşên destûrê tên bicihanîn ku di berjewendiya desthilatê de ne û got:
"Destûreke we heye lê destûra we tenê nîvî tê bicihanîn, ji ber ku desthilata siyasî dikare bi hêz parastinê li desthilatên hikûmet û serokkomar bike, lê heman destûr garantî û mafên din bi temamî paşguh dike.
Destûr ne menu ye, hûn nikarin yekê hilbijêrin û dev ji ya din berdin, divê rêzê li hemû destûrê bigirin."
Amor amaje bi wê yekê kir ku helwesta dadweran a li hemberî mixalefetê û endamên desthilatê "bi temamî cuda ye" û ragihand ku arasteya siyaseta çewisandinê hatiye guhertin û got:
"Niha CHP bûye armanca serekî ya siyasetên çewisandinê yên hikûmetê, ev jî durûtiyeke din e.
Di rabirdûyê de hemû ew dozên ku pêwendiya wan bi DEM Partiyê ve hebû, hatin rawestandin, ji ber ku di warê siyasî de di paşerojê de pêwîstiya wan pê heye û niha CHP tê armanckirin ji ber ku hilbijartina dawî qezenc kir û alternatîfeke rastîn e ji bo hilbijartina bê."
Amor tekezî li ser durûtiya di helwesta dozger û dadweran de kir û got:
"Helwesta dozger û dadweran di mijarên pêwendîdarî hinek aliyên mixalefetê de cuda ye û dema mijar girêdayî AK Partiyê yan hikûmetê be, bi temamî cuda ye.
Eger dezenformasyon AK Partiyê bike hedef, qet lêkolîn li ser nayê kirin lê eger dezenformasyon AK Partiyê bike hedef, dibe ku rewş cuda be."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse