Enqere (Rûdaw) - Serokê PDK-Tyê Mehmet Emîn Kardaş derbarê pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê got, “Em di navbera hikumeta Tirkiye û PKKyê de nabine alî."
Partiyên Kurdan li Tirkiyeyê ji ber mecbûriya yasayî neçar dibin ku kongreyên xwe li Enqereyê bikin.
Yek ji wan partiyan jî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) ye.
PDK- Tyê çaremîn kongreya xwe ya asayî bi beşdariya endamên xwe li Enqereyê kir.
Kongreya PDK-Tyê bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir û Mehmet Emîn Kardaş careke din wekî serokê wê hat hilbijartin.
Serokê PDK-Tyê Mehmet Emîn Kardaş di kongreyê de axivî û behsa pêvajoya çareseriyê kir û diyar kir, ew di navbera hikumeta Tirkiye û PKKyê de nabine alî.
"Em xwe mixatab nabînin"
Mehmet Emîn Kardaş wiha got:
“Em di mijara Kurd û Kurdistanê de li her derê mixatab in. Em vî barî li ser milên xwe naavêjin lê di vê meselê de em xwe mixatab nabînin.
Ji ber ku gotûbêja niha ne di navbera Kurdan û Kurdistaniyan de ne jî di navbera partiyan de çê bûye, mesele di navbera du aliyan de wate Birêz Bahçelî û Ocalan de tê gotûbêj kirin.
Em nizanin ka dê ev gotûbêj bigihêjin çi encamê.”
Hinek endam û rêveberên PDK-Tyê ji bajarên cuda cuda li Enqereyê amade bûn û beşdarî kongreyê bûn.
“Me hejmara ciwanan zêdetir kir”
Endamê PDK-Tyê Îbrahîm Çapa got:
“Em dixwazin di asta Kurdistanê de em serkevtî bin. Di vê kongreyê de me hejmara ciwanan zêdetir kiriye. Înşellah em dê serkevtî bin.”
“Ez Kurdbûna xwe di vê partiyê de dibînim”
Endamê PDK-Tyê Îslam Silopî jî got:
“Ez di vê partiyê de rastiyê dibînim. Kevneşopîyeke ku ji Mela Mistefa Barzanî dest pê kiriye û îro heta Mesut Barzanî û Nêçirvan Barzanî hatiye.
Li Îraq û îranê dîroka wê heye. Ez Kurdbûna xwe di vê partiyê de dibînim.”
Di kongreyê ji bilî çend guhertinên teknîkî di rêziknameya PDK- Tyê de guherîn nehatin kirin.
Mehmet Kardaş wekî take namzed carake din wekî Serokê PDK-Tyê hat helbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse