Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamegerê nasnikirî Fatîh Altayliyê ku doh bi tohmeta “Gefxwarina li Serokkomar” hatibû desteserkirin îro bi biryara dadgehê hat girtin.
Fatîh Altayli doh li mala xwe ya li navçeya Şişliyê ya Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Serdozgeriya Stenbolê derbarê desteserkirina Altayli ragihand, “Ji ber gotinên wî yên gefxwarinê yên li Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan ên ku di weşana xwe ya li ser medyaya civakî ya 20ê Hezîrana 2025an de kirine, derbarê Fatih Altaylı bi tohmeta gefxwarina Serokkomar lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Ev kesê navborî îro li gorî talîmatên ku ji Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê re hatine dayîn, hatiye girtin û desteserkirin.”
Hêzên ewlehiyê Altayli bir Dadgeha Stenbolê.
Dadgehê Stenbolê bi tohmeta ku “Tawana Gefxwarina li Serokkomar” kiriye biryara girtina Altayli da û ew şand girtîgehê.
Altayli niha nivîsên xwe di malpera xwe ya bi navê Fatîh Altayli de diweşîne û li ser YouTubeyê bernameyên derbarê rojevê çêdike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse