Tirkiye mafê ‘Reda Wîjdanî’ nas nake: ‘Mirina sivîl’

22-10-2025
Omer Sonmez
Tirkiye mafê ‘Reda Wîjdanî’ nas nake / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Tirkiye mafê ‘Reda Wîjdanî’ nas nake / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî navbereke 10 salan, careke din doz li redkarên wîjdanî tên vekirin û demên dawî 3 redkarên wîjdanî hatin cezakirin.

Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku hinceta sereke ya piraniya redkarên wîjdanî "pirsgirêka Kurdan û dijayetiya şer" e.

Komîsyona Reda Wîjdanî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Înîsiyatîfa Şopandina Reda Wîjdanî, ji bo ku balê bikişînin ser darizandin û cezakirinên redkarên wîjdanî li Stenbolê civîneke rojnamegeriyê li dar xist.

Dema ku kesek ji ber nêrînên xwe yên siyasî, nirxên exlaqî yan jî baweriyên olî leşkeriya mecbûrî red bike, ji wê çalakiya bêîtaetiya sivîl re “Reda Wîjdanî” tê gotin.

"Li dijî redkarên wîjdanî zextên darazê didomin"

Parêzer û endamê Komîsyona Reda Wîjdanî ya ÎHDyê Goktan Yildirim diyar kir ku ev darizandin nakokiyeke mezin e û got:

“Di rojên dawî de, hinek hevalên me yên ku reda wîjdanî kiriye, tên girtin û rastî tacîzên darazê tên.

Ev rewş nakokiyeke cidî jî derdixe holê.

Ji aliyekê ve behsa aştiya civakî tê kirin, li aliyê din li dijî redkarên wîjdanî zextên darazê didomin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her xortekî ku gihîştibe 20 salî, neçar e 6 mehan leşkeriya mecbûrî bike yan jî leşkeriya bi pereyan bike.

"Em rastî mirina sivîl tên"

Çalakvanê mafên mirovan Alper Yalçinê 33 salî, sala 2019an reda xwe ya wîjdanî eşkere kiribû.

Alper Yalçin dibêje ku ew li dijî milîtarîzmê û leşkeriya mecbûrî ye û redkarên wîjdanî ji ber biryara xwe rastî zextên aborî û polîtîkayên cezakirinê tên.

Redkarê Wîjdanî Alper Yalçin wiha axivî:

“Sedema reda min a wîjdanî helwesta min a li dijî milîtarîzmê bû.

Li ser jiyana min, her tim zor û zextên aboriyê ku wekî 'tundiya aboriyê' tê binavkirin heye.

Mafê min ê xebat û perwerdeyê nîne. Ji ber ku mafê min ê xebatê nîne, mafê min ê tenduristiyê jî nîne.

Vekirina dozên li ser reda wîjdanî, ji bo me hemûyan rê li ber fikaran vedike û dibe gefek.”

Li gorî raporên nefermî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 460 kesan reda xwe ya wîjdanî eşkere kiriye.

"Dadgeha Ewropayê vê rewşê wekî mirina sivîl pênase dike"

Di nav 47 welatên endamên Konseya Ewropayê de, tenê Tirkiye mafê “Reda Wîjdanî” nas nake.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê berê di vî warî de Tirkiye mehkûm kiribû.

Koordînatora Hiqûqê ya Înîsiyatîfa Reda Wîjdanî Hulya Uçpinarê anî ziman:

“Redkarên wîjdanî bi salan e tên darizandin û bi cezayên cuda re rûbirû dimînin.

Ew hem ji ber redkariya xwe, hem jî ji ber çalakiyên xwe bi dozên cezayê re rûbirû dimînin û heta rastî cezayê girtîgehê jî tên.

Li gel vê jî, jiyana wan serûbin dibe.

Dadgeha Ewropayê vê rewşê wekî 'mirina sivîl' pênase dike.

Lewra ew ne di saziyên dewletê de, ne jî di saziyên taybet de dikarin bixebitin.”

Di heyama dawî de, redkarên wîjdanî Kamîl Murat Demir, Çinar Koçgîrî Dogan û Înan Mayis Aru bi hinceta “reşkirina leşkeriyê ya li ber çavê xelkê” hatin cezakirin û ji 6 mehan heta 2 salan cezayê girtîgehê li wan hat birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin