Li Hatayê agir bi avahiyeke 7 qatî ket: 2 mirî, 14 birîndar

22-11-2025
RÛDAW
Nîşan Hatay Şewat Avahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Belenê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê agir bi avahiyeke 7 qatî ket.

Di şewatê de 2 kes mirin û 14 kes jî ji dûxanê bi bandor bûn.

Li gorî agahiyan, şewat di kargeha firotin û temîrkirina otomobîlan a li qata zemînê ya avahiyê de, ji ber sedemeke nediyar derketiye.

Agir di demeke kurt de geş bû û dûxanê hemû avahî girt.

Li ser agahdarkirinê, tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û agir vemirand lê di şewatê de 2 welatî mirin.

Tîmên tenduristiyê 14 kesên ku ji dûxanê bi bandor bûbûn rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Piştî bûyerê, Qeymeqam û Şaredarê Belenê li cihê bûyerê û avahiya ku şewat lê derketibû lêkolîn kir.

Lêpirsîna derbarê sedema şewatê didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst