DAIŞiya bi bultena sor lê digeriyan li Enqerê hat girtin

23-02-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevjîna welatiya Fransayê ku ji ber sedema endamtiya rêxistina DAIŞê ji aliyê Interpolê bi bultena sor lê digeriyan, li Enqereyê bi destê ekîbên polîsan hat desteserkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, tîmên Rêveberiya Şaxa Îstixbarat û Têkoşîna Dijî Terorê ya Asaiyaşa Enqerê di encama xebatan de tesbît kir, Sarah Taliba welatiya Fransayê ku ji welatê xwe çûye beşdarî refên DAIŞê bûye û lewma Interpol bi bultena sor lê digere, li Enqerê ye.

Di encama şopandinê de hat zanîn ku Taliba ji bo ku vegere welatê xwe, hewl dida xwe bigihîne Balyozxaneya Fransayê.

Tîmêb ku ketin liv û tevgerê Sarah Talib 200 metre dûrî balyozxaneyê desteser kirin.

Eşkere bû, Taliba ku birin Rêveberiya Şaxa Dijî Terorê, piştî karûbarên yasayî û wergirtina îfadeyê dê were dersînorkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst