Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Seyhanê ya parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê, zilamekî bi demançeyê 2 kes kuştin û pişt re xwe jî kuşt.
Li gorî zanyariyan, li Taxa Gurselpaşayê ya navçeya Seyhanê ji ber sedemeke nehat zanîn li maleke di apartmanê de pevçûn derket û Mehmet Eserê 22 salî bi demançeyê Abdulhakîm Demîrbaşê 20 salî û Mesut Savuranê 37 salî kuştin.
Mehmet Eser ji cihê bûyerê reviya û xwe li ser banê apartmanekê veşart.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Polîsan piştî ku cihê Mehmet Eser tesbît kir, ji bo desteserkirina wî dest bi operasyonê kir.
Lê Eser ji bo xwe radestî polîsan neke li cihê ku xwe veşartibû xwe kuşt.
Tîmên tenduristiyê termê her sê kesan birin Saziya Bijîşkiyê ya Dadî ya Edeneyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse