Bahçelî li ser namzedbûna Erdogan axivî

23-05-2025
Nîşan Erdogan Bahçelî Namzedbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Devlet Bahçelî li ser namzedbûna Erdogan got, “Heqê wî nîne ku ji rêya xwe vegere.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dema ji Macaristanê vedigeriya gotibû, “Derdê min ê namzedbûnê nîne.”

"Mafê wî nîne ji rêya xwe vegere"

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:

“Ji aliyê me ve ev ne gotineke adil û bi heqaniyet e.  

Baweriya me ew e ku gelekî pêwîstiya Komara Tirkiyeyê û gelê Tirk bi Recep Tayyîp Erdogan heye ku nexşeya rêya sedsala nû xêz dike.

Mafê serokkomarekî ku derdê wî welat û milet e nîne ku ji rêya xwe vegere.

Di rêya ku gav bi gav dimeşe ya Sedsala Tirkiyeyê de hêviyên me zindî ne, armancên me mezin in, coş û heyecana me bêsînor e.”

Bahçelî got ku "Tirkiyeyê cara ewil bandoreke pir xurt bi dest xistiye" û li pey çû:

“Di vê çarçoveyê de xizmeta Serokkomarê me yê hêja Recep Tayyîp Erdogan, têkoşîna wî ya fedakarane ya ku bi şev dike roj bi dilsozî ji her cure pesindayînê bilindtir e.

Tîrê ku Recep Tayyîp Erdoganê hêja ji tirkeşa xwe derxist û avêt divê bigihe armancê.

Ji bo vê yekê hebûna wî ya girîng, nirx û girîngiyeke pêwîst e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst