Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Navendî ya AK Partiyê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan îro dicive û di rojeva wan de pêvajoya çareseriyê heye.
Birêvebiriya Navendî ya AK Partiyê îro demjimêr 15:30î li Enqerê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.
Li gorî zanyariyan di rojeva Birêvebiriya AK Partiyê de pêvajoya çareseriya pirsigêka Kurdan, serdanên Serokê MÎTê Îbrahim Kalin ên bi partiyê siyasî re û operasyonên li dijî şaredariyên CHPyê hene.
He rwiha komîsyona pêvajoya çareseriyê ku dê li parlamentoyê bê avakirin jî dê di civînê de were nirxandin.
Di civînê de dê li ser hinek mijaran semîner bêne pêşkêşkirin û pirsgirêkên rêveberiyên xwecihî bêne nirxandin.
Her wiha dê berpirsên AK Partiyê jî rûdanên siyasî binirxînin bikin û dê nexşerêya AK Partiyê bê diyarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse