Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê civîna xwe ya çaremîn a îsal îro pêk tîne û mijarên sereke pêvajoya çareseriyê û rûdanên li Sûriyeyê ne.
Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) îro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê dicive.
Tê pêşbînîkirin di civînê de gavên ku di çarçoveya pêvajoya nû de hatine avêtin bên nirxandin û li ser mijarên temamkirina danîna çekan, şopandin û raporkirina danîna çekan jî were gotûbêjkirin.
Her wiha hefteya borî Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin bi partiyên siyasî re hevdîtin kiribûn û tê çaverêkirin ku di civînê de encamên wan hevdîtinan bên nirxandin.
Li gel vê yekê rûdanên li Sûriyeyê jî dê mijareke sereke ya civînê bin û dê aloziya di navbera Durziyan û hikûmeta Şamê de bê gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse