ANTALYA - Serokê odeyekê 2 kes kuştin û piştre xwe jî kuşt

23-08-2025
RÛDAW
Nîşan Antala Kepez
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kepezê ya Antalyayê, Serokê Odeya Pastafiroşan piştî nîqaşekê xebatkara xwe û hevalê wê kuşt û piştre jî xwe kuşt

Bûyer, şeva borî li navçeya Kepezê ya Antalyayê li pastaxaneyekê qewimî.

Li gorî agahiyan, di navbera Elîf Kiliça (32) ku li pastaxaneyê dixebitî û hevalê wê Hasan Firat (30) de ji ber sedemeke nediyar nîqaşek derket.

Dema ku dengê wan bilind bû, xwediyê kar û Serokê Odeya Pastafiroşan a Antalyayê Kerîm Ure (54) hat cem wan da ku wan aram bike.

Nîqaş di demeke kurt de veguherî şer û di navbera Ure û Hasan Firat de jî nîqaş derket.

Kerîm Ure di encama şer de, demançeya xwe derxist û gule li Hasan Firat û Elîf Kiliçê reşandin.

Her sê kes jî mirin

Hasan Firat û Elîf Kiliça ku bi giranî birîndar bûbûn, li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan nehatin rizgarkirin û canê xwe ji dest daye.

Hat zanîn ku Kerîm Ureyê ku piştî bûyerê ji cihê bûyerê reviyabû, piştî demeke kurt di otomobîla xwe de bi demançeyê xwe kuştiye û cenazeyê wî jî di otomobîla wî de hat dîtin.

Polîsan li cihê bûyerê û di otomobîla Ure de lêkolîn kir. Ji bo eşkerekirina sedema nîqaşê, lêpirsîna polîsan berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst