Li Balikesîrê erdhej çêbû

23-08-2025
Nîşan Balikesîr Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkieyê bi hêza 4,1 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Sindirgiyê ya Balikesîrê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 14:16an çêbûye û hêza wê 4,1 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 6,98 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst