Hewlêr (Rûdaw) - Li Girtîgeha Vekirî ya Sakaryayê, 131 girtî piştî xwarina şîvê bi gumana bijehrîketinê rakirin nexweşxaneyan.
Bûyer doh êvarê li Girtîgeha Vekirî ya Sakaryayê ya li navçeya Ferizliyê qewimî.
Li gorî îdiayan, li girtiyan ji bo şîvê konserveya masiyan hatiye belavkirin.
Piştî xwarinê, gelek girtiyan bi gazinên vereşîn û xelîna dil serî li rewîra girtîgehê daye.
Hat ragihandin ku hejmara kesên nexweş ketine gihiştiye 171an.
Li ser vê yekê, girtiyên ku gumana jehrîbûnê li ser wan hebû, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Parêzgariya Sakaryayê ragihand ku 131 girtî ji bo tedbîrê rakirine nexweşxaneyan û heta niha rewşa tenduristiyê ya ti kesî ne giran e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse