RAPIRSÎ - Dengên Tifaqa Cumhur daketin

23-12-2021
RÛDAW
Nîşan Lêkolîna Area Rapirsî Tifaqa Cumhur Tifaqa Millet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Lêkolîna Areayê ku li hejmareke bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk aniye, dengên Tifaqa Cumhur %9 daketine û dengên Tifaqa Millet %7 zêde bûne.

Lêkolîna Area, encamên lêkolîna li bajarên Stanbol, Tekirdag, Îzmîr, Bursa, Enqere, Edene, Kayserî, Samsun, Trabzon, Erzerom, Meletî û Amedê bi beşdariya 2 hezar kesan kiribû eşkere kir.

Di rapirsiyê de ji beşdaran, “Eger îro hilbijarinên parlamentoyê bên kirin, hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat pirsîn.

Li gor bersivan piştî rêjeya kesên bêbiryar li ser dengan hatin belavkirin, encam wiha derketin:

AKP: %30.5

CHP: %27.2

ÎYÎ Partî: %15.8

HDP: %10

MHP: %9

Partiya DEVA: %4

Ên din: %3.5

Dîsa li gor encaman, %70yî xelkê siyaseta hikûmetê ya aboriyê serkeftî nabînin û %55 jî sîstema hikûmeta serokkomariyê jî serkeftî nabînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst