Hewlêr (Rûdaw) – Piştgirî ji bo pêvajoya çareseriyê zêde ye. Li gorî rapirsiya Şîrketa Lêkolînê ya AREAyê, ji sedî 58,3yê welatiyan pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" erênî dibînin û nêrîna ji sedî 34ê xelkê jî neyînî ye.
Nivîskarê rojnameya Nefesê Aytunç Erkin, di nivîsa xwe ya îro de encamên rapirsiya Şîrketa Lêkolînê ya AREAyê parve kir ku di navbera 17-21ê Tîrmeha 2025an de li 26 bajaran û 87 navçeyan bi 2 hezar kesan re pêk anîbû.
Erkin wiha nivîsandiye.
"Heger îro hilbijartin çêbibe, dê encam wiha be:
CHP ji sedî 30,8, AK Partî ji sedî 30,1, DEM Partî ji sedî 10,9, MHP ji sedî 8, ÎYÎ Partî 7,6, Partiya Zaferê ji sedî 4,1, Partiya Anahtarê ji sedî 2,7, TÎP ji sedî 2,5, YRP ji sedî 1,6 û yên din jî ji sedî 1,8.
Piştgiriya pêvajoyê ji sedî 58,3 ye
Nêrîna li ser pêvajoya ‘Tirkiyeya Bêteror’ çawa ye?
Rêjeya kesên ku bi erênî li pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' dinêrin ji sedî 58,3 ye, yên neyînî dinêrin ji sedî 34 e û yên ku fikra xwe diyar nekirine ji sedî 7,7 e.
Rêjeya kesên ku dîmenên şewitandina çekan ên PKKyê erênî dibînin ji sedî 55,6 e, yên neyînî dibînin ji sedî 38 e û yên ku fikra xwe diyar nekirine ji sedî 6,4 e.
Rêjeya kesên ku dibêjin divê bi rêya dan û standinên demokratîk pêvajo were meşandin ji sedî 52,1 e, yên ku dibêjin divê bi midaxeleya leşkerî were meşandin ji sedî 36,9 e.
Yên ku fikra xwe diyar nekirine ji sedî 11,0 e.
Ji bo pêvajoyê rêjeya kesên ku tevlî nêrîna 'gaveke girîng e ku bi berçavgirtina hevsengiyên siyaseta derve ya welêt hatiye avêtin' dibin ji sedî 53,9 e, yên tevlî nabin ji sedî 40,9 e û yên fikra xwe diyar nekirine ji sedî 5,2 ye.
Polîtîkaya CHPyê: Ji sedî 56,4 erênî ye
Li gorî lêkolîna AREAyê, helwesta partiyan a derbarê ‘Tirkiyeya Bêteror’ çawa tê nirxandin?
Rêjeya kesên ku polîtîkayên AK Partiyê erênî dibînin ji sedî 48,0 e, yên neyînî dibînin ji sedî 47,5 e. Yên ku fikra xwe diyar nekirine ji sedî 4,5 e.
Rêjeya kesên ku polîtîkayên MHPyê erênî dibînin ji sedî 40,8 e, yên neyînî dibînin ji sedî 53,4 e. Yên ku fikra xwe diyar nekirine ji sedî 5,8 e.
Rêjeya kesên ku polîtîkayên DEM Partiyê erênî dibînin ji sedî 46,9 e, yên neyînî dibînin ji sedî 45,1 e. Yên ku fikra xwe diyar nekirine ji sedî 8 e.
Rêjeya kesên ku polîtîkayên CHPyê erênî dibînin ji sedî 56,4 e, yên neyînî dibînin ji sedî 38,7 e. Yên ku fikra xwe diyar nekirine ji sedî 4,9 e.
Rêjeya kesên ku polîtîkayên ÎYÎ Partiyê erênî dibînin ji sedî 41 e, yên neyînî dibînin ji sedî 53,7 e. Yên ku fikra xwe diyar nekirine ji sedî 5,3 e.
Rêjeya kesên ku piştgiriyê didin helwesta ÎYÎ Partiyê ya ku dijî komîsyona li parlamentoyê derket ji sedî 43,7 e, yên piştgiriyê nadin ji sedî 49,3 e.
Yên ku fikra xwe diyar nekirine ji sedî 7 e.
Ji sedî 57,3 beşdaran jî li dijî operasyonên gendeliyê ne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse